ERKAN GULBAHÇE/KOBLENZ
Ozgur A. ji girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê ye. Rûniştina yekem a doza li dijî wî ya li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê pêk hat. Hêzên dewleta Elman, kelemçe li dest û lingên Ozgur A. xistin û ew wisa birin hola dadgehê. Gava kete hola dadgehê, Ozgur A. slogana “Bijî Serok Apo” got.
Dewleta Elman krîmînalîzekirina Kurdan bi dozên siyasî yên li dijî Kurdan dewam dike. Ozgur A. yê 48 salî, 30’ê Nîsana bihurî li bajarê Bremenê hatibû girtin û bi îdîaya endametiya rêxistineke terorê ya li derveyî Elmanyayê ji ber xala Qanûna Ceza ya 129b doz lê hat vekirin. Ew şandin hepsa Koblenzê.
Piştî 8 mehan di hepsê de hat ragirtin, duşema bihurî rûniştina yekê ya doza li dijî Ozgur A. li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê bi rê ve çû. Parêzerên Ozgur A. û Kurd û dostên wan di rûniştina dozê de amade bûn. Ozgur A. bi gotina slogana “Bijî Serok Apo” kete hundirê hola dadgehê. Kesên li holê amade nerazîbûna xwe nîşandan ji kelemçekirina dest û lingên Ozgur A. Parêzeran ji bo ku Ozgur A. di rûniştinên bê de neyê kelemçekirin, miracaetnameyeke taybet da heyeta dadgehê.
Mafên sereke yên destûrî kirine sûc
Dozgeriyê îdîa kir ku ji Gulana 2018’an heta bi roja hatiye girtin, Ozgur A. li eyaletên Elmanyayê Saarland, Rheinland-Pfalz û hin deverên din ên Elmanyayê weke rêveberê payebilind ê PKK’ê xebitiye. Mafên destûrî yên welatiyan ên weke lidarxistina civîn, çalakî û berhevkirina bêşê, sûcên ku dozgerî dixe stûyê Ozgur A. ne.
Ev dadgeh pûç û betal e
Parêzerên Ozgur A. jî bi bîr xist ku dadgehkirina li gorî xala qanûna ceza ya 129b’yê bi destûra wezareta dadê ya Elman a 2011’ê tê kirin û got, “Ji 2011’ê ve gelek tişt qewimîn. Ji ber wê yekê ev destûr û ev dadgehkirin pûç û betal e. Wekî din tohmetên li dijî muwekilê me Ozgur A. nabe ku di çarçoveya ‘çalakiyên terorê’ de bê nirxandin.” Parêzeran bi van sedeman west ku doz bê betalkirin.
Rêveberiya hepsê êşkencê dike
Parêzeran wekî din da zanîn ku rêveberiya hepsê, miameleya xirab bi Ozgur A. re dike, di warê pêdiviyên ji mafên sereke tenduristiyê daxwazên wî tên redkirin û tiştên wî nadinê. Serokê heyeta dadgehê Dr. Kerber jî biryar da ku daxwazên Ozgur A. di dema herî zû de bi cih bên anîn.
Ozgur A. di rûniştinê de tohmetên ji ber “terorê” red kirin û got, “Dewleta Tirk tevahiya dîroka xwe ji bo asîmîlekirina Kurdan siaysetekê dike. Heyeta dadgehê, bêyî ku siyaseta zext û zilmê ya dewleta Tirk a li Tirkiye û Kurdistanê nebîne, nikare dadgehkirineke adil bike. Dewleta Tirk li dijî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê sîlehên kîmyewî bi kar tîne, hiqûqa navneteweyî binpê dike. Siyasetvan û zanyarên vê dibêjin, xistin hepsan.” Ozgur A. wekî din bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê tên tecrîdkirin û êşkence li wan tê kirin.
Özgür A. di dewamê de got, nedibû ku ew dengê xwe li ber hovîtiya li welatê xwe neke û wiha dewam kir: “Xebatên min hemû di çarçoveya qanûnên Elman de û bi destûra ji rayedaran hatiye wergirtin, pêk hatine. Mixabin, weke min gelek Kurd di hepsên Elmanyayê de ne û bi awayekî neheq tên dadgehkirin. Lê esas, Elmanyayê karî di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de siyasetekê bi pê bixe û ji bo çareseriyê bi roleke girîng rabe.”
Dadgehkirina rawestînin
Koma ciwanên antîfaşîst ên Elman, Antifa Link Jugend li ber avahiya dadgehê, dadgehkirina Ozgur A. protesto kir. Wan li ber deriyê dadgehê li aliyê çepê pankartek daliqand û li serê dinivîsî “Ji bo Ozgur azadî, ji Kurdistanê re aştî”. Wan li ser mijarê belavok jî belav kirin.
Heta ku rûniştina dozê dewam dikir, ciwanan daxuyanî li ber avahiyê xwend. Wan got, helwêsta Elmanyayê li dijî siyasetvanên Kurd nabe ku bê qebûlkirin û xwest dadgehkirina Kurdan bê rawestandin.
Rûniştinên doza li dijî Ozgur A. wê 2, 9, û 16’ê Kanûnê li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê dewam bike.