- Çiyayê Gabarê ku ev 30 sal in qedexe ye, di encama birrîna daran û lêgerîna petrolê ya 3 salan tê talankirin. Gundiyên ku 30 sal in nikarin biçin gundên xwe yên li quntara çiyê, nerazîbûn nîşan dan û gotin: “Dest ji vê qirkirinê berdin.”
ZEYNEP DÛRGÛT / MA / ŞIRNEX
Li herêmên Besta, Gabar, Cûdî û Çêlênimêja qirkirin, talan û rant a ku li ser xwezayê hatiye destpêkirin didome. Heta niha li herêmê qadeke ku birrîna daran nehatiye destpêkirin nemaye. Ketina Çiyayê Gabar ê ku bilindahiya wî hezar û 848 metre ye bi hinceta “herêma ewlehiyê ye” qedexe ye. Çiyayê Gabar ku gundên bi navê; Zivîng, Xurs, Hirareş, Basrê, Miştexan, Dêrşew, Spîviyan, Deştalala, Meydîn, Aşilme, Berêmîrê, Şerefê, Zivîngo, Germê, Dêrê, Ewên û Bênat, Bûnisra, Hezara, Biyadê li quntara wî ne û di salên 1990'an de şêniyên herêmê ji ber ku ferzkirina cerdevaniyê qebûl nekirin hate valakirin. Şeniyên her 20 gundan jî 30 sal in nikarin biçin gundên xwe. Li gelek deverên Gabarê ji ber lêgerîna petrolê qulqulî kirine. Şûna darên ku tên birrîn jî qereqol û qule tên çêkirin. Şeniyên gundên li quntara Çiyayê Gabarê nerazîbûn nîşanî qirkirina li ser xwezaya wan tê kirin dan.
Kevir li ser kevir nehiştine
Maruf Eriş (70) ê ji gundê Xurs e diyar kir ku li çar aliyên Gabarê li ser navê petrolê dar tên birrîn û got;wiha axivî: “Di gundê me de nêzî 300 mal hebûn. Keda li gundê me pir bû. Pezê me hebû û ajalên me payiz û zivistanan li çiya bûn. Heke ku îro petrol li wir derneketiba jî da dîsa darên me birrîna. Çimkî li Gabarê li ser her girekî qereqol çêkirin. Rê ji newala kuştiyan re anîne û heta deştê birine û heta navbera me û Meydînê re anîne û heta lûtkeya Gabar birine. Li Gabarê bi xwe petrol derketiye. Dê li wan giran hemûyan kuleyan çêbikin. Her cihê ku rê diçe qereqolê çêdikin. Ew ê li qereqol û quleyên jî cerdevanan û leşkeran bi cih bikin. Herêma Gabar ji herêma jiyanê derketiye.Sibê gund ava jî bibin em nikarin biçin. Çimkî her derên wê bi quleyan dorpêç kirine. Herêm kirine herêma leşkerî.”
Li me qedexe ye ew diçinê
Osman Dûymak (72) ê ji gundê Deştalala ku gotina Walitiya Şirnexê derewand diyar kir ku bi salane li ser xwezaya herêma wan qirkirin heye û got: “Ji sala 1993'an ku gundê me hatiye valakirin û heta niha ez neçûme gund. Gundê me gundekî ser rê ye. Lê dîsa jî qedexe ye û nahêlin ku em bikevinê. Tenê ji leşker û cerdevanan re vekiriye. Walitî niha dibêje gund serbest e bila biçin gundê xwe. Lê belê ne wisa ye. Yê ku diçe gund divê ku girêdayî dewletê be. Li ser gundê me quleyan, rêyan, qadên petrolê vedikin. Gundê me ji me re qedexe ye lê ji wan re vekiri ye. Erdên me, zeviyên me bûne qadên wan ên leşkerî. Ev zilm li ser serê me heye. Divê ku gel jî li ber xwe bide û nehêle ku axa wan bê dagirkirin. Bi dehan noqteyan birrîna daran hatiye destpêkirin. Heta niha cerdevan li Xurs, Ziving, Dêrşew û gelek deverên din daran dibirrin. Li herêma Çiyayê Bizinan û Şerefan par dar nehiştin û xelas kirin. Her cihê ku dar hatine birrîn kule hatine çêkirin. Ew rêyên ku çêdikin jî ji qule û leşkerên xwe re çêdikin. Banga me ew e ku herkes bibe dengê me.”
Hêza xwe dane ser Gabarê
Omer Yaman (73) ê ji gundê Mêydînê ku da zanîn dewletê niha hemû hêza xwe daye Çiyayê Gabarê, daxwaz kir ku kesek bêdeng nebe û got:“Qadên ku petrol derketiye bêdar hiştine û darên derdora wê hemû hatine birrîn. Aliyê Dêrşêwa, Şerefiyê û gelek deverên din ên Gabarê birrîna daran hatiye destpêkirin. Cerdevanên goyiyan tên vê derê darên me dibirin. Her noqteyeke ku petrol dîtine 500 metreyan bêtir dar birrîne. Darên ku tên birîn jî darên berûyê ne. Par agir berdanê niha jî dibirin. Herkes di bin tirsê de ye, kesek nikare li hemberî vê qirkirinê dengê xwe derxîne û newêre bibêje ku, ‘wisa nekin’. Em daxwaz dikin ku weke herkesî gundê me ava bibe. Bila bes darên me bên birrîn.”