Cenazeyê Endamê Konseya Biryargeha HPG’ê û Fermandarê Qada Botanê Vahiyettîn Karay (Egîd Civyan) ku li Wanê şehîd bûbû, li Geverê di nava dorgirtina eskerên artêşa Tirk a dagirker de hate veşartin.
Malbata wî caneze ji Saziya Tiba Edlî ya Wanê girt û li gundê Civyan ê Geverê yê Colemergê veşart.
Bi sedan esker berî kar û barê definkirinê dor li gund girtin. Eskeran ji bo definkirina cenazeyê Karay tenê destûr dan 3 endamên malabatê. Cenazeyê Karay bi vî awayî di nava dorgirtina eskerên dagirker de hat definkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN