Dersimê azad bibe

În 13 Mijdar 2020 - 15:11

  • "Bila Seyîd Riza û hevalên wî xweş razên! Keç û xortên Kurd ên Elewî, Sûnî serê xwe li ber mêtingeran natewînin. Heta ku Kurdistana azad, Dersima xweser biafirînin wê têkoşîna xwe dewam bikin. Dersim wê bi nasnameya xwe ya Elewî û Kurd azad bibe."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera 83'an a darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de tê gotin, "Beriya 83 salan di êrişa bi armanca qirkirinê ya li Dersimê de, jin, zarok, pîr, kal, ciwan 70 hezar Kurdên Elewî hatin kuştin û pêşengê civakê Seyîd Riza, kurê wî û pêşengên din ên xelkê Dersimê hatin darvekirin. Ji ber ku êriş bi armanca kokqelandinê bû cihê Seyîd Riza û hevalên wî yên hatine darvekirin lê hatine veşartin diyar nîne. Em, Seyîd Riza, hevalên wî yên hatine darvekirin û bi deh hezaran şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin; em soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistanê azad bikin, Dersimê azad bikin.

Pîr Seyîd Riza bi gotina, 'min nekarî bi fen û fûtên we, bila ev ji min re bibe derd' rastiya dijmin raxist pêş çavan. Bi gotina 'Min jî serî li ber we netewand, bila ev jî ji we re bibe derd' bang li Dersimiyan û gelê Kurdistanê kir ku divê bi sekneke çawa li ber dijmin rabin.
Bila Seyîd Riza û hevalên wî xweş razên! Keç û xortên Kurd ên Elewî, Sûnî serê xwe li ber mêtingeran natewînin. Heta ku Kurdistana azad, Dersima xweser biafirînin wê têkoşîna xwe dewam bikin. Dersim wê bi nasnameya xwe ya Elewî û Kurd azad bibe.

Saît Kirmizitoprak, Alî Haydar Yildiz, Huseyîn Cevahîr, Suleyman Cîhan, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Hêlîn Mûrat, Cafer Cangoz û bi hezaran şehîd wê pêşengiyê ji vê têkoşîna azadiyê re bikin. Bi sekn û têkoşîna xwe ya mîna Seyîd Riza dijminê qirker xistin nava derdên giran.
Ew ê ti carî neyên jibîrkirin, Dersima Azad û Kurdistana Azad ku hesreta wan e wê teqez pêk were."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.