Ji bo balê bikişînin ser Zimanê Dayikê û pêşxistina Zimanê Kurdî li Şengalê Saziya Ziman û perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidiyan li Xanesorê zarok li hev kom kirin û dersên Kurdî dan wan.

Bi sedema belavbûna vîrûsa korona heya nihe li Şengalê bi awayekî sîstematîk dibistan nehatine vekirin. Ji bo zarok ji Zimanê Dayikê dûr nekevin û bala wan li ser xwendinê bimîne, li Baxçeyê Xanesorê Mamostayên Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidiyan, zarok li hev kom kirin û dersên bi Zimanê Kurdî dan wan.

ROJNEWS/ŞENGAL