Koma şanoyê Şaneşîn Performans ew ê ji bo zarokan dersên Dramaya Afirîner û Wênesazîyê bide.
Zimanê dersan bi Kurmancî ye û tenê ji bo zarokên ku temenê wan di navbera 6 û 12 salî de ne.
Dersdar, lîstikvana Şaneşîn Performansê Sakîne Şalvaci ye. Şalvaciyê beşa kurdî li Zanîngeha Artûklûyê xwendîye. Her wiha, li heman zanîngehê ji beşa Wênesazîyê mezûn bûye.
Ew ê ders bi awayekî rûbirû, li Mêrdînê, li avahîya Şaneşîn Performansê werin dayîn.
MÊRDÎN