Dersa mirovahiyê da

Çarşem 4 Îlon 2024 - 03:05

Rûniştina biryarê yê siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku li ser daxwaza Elmanyayê li Qibrisê hatibû girtin û radestî Elmanyayê hatibû kirin, li Dadgeha Eyaleta Hamburgê hat dîtin. Dadgehê 4 sal û 3 meh ceza li Ayaz birî. Beriya rûniştinê li ber dadgehê çalakiya piştevaniya bi Kenan Ayaz re hat lidarxistin. Nivîskar û parêzvana mafên jinan Anja Flach diyar kir ku Kenan Ayaz di parastina xwe de dersa mirovahiyê da dadgehê û got:’’Biryar çi dibe bila bibe em ê ji bo azadiya Kenan Ayaz û girtiyên siyasî her tim çalakiyan li dar bixin.”

Piştgiriya Erdogan mirinê tîne

Kenan Ayaz ku biryara şandeya dadgehê bi aramiyeke mezin û nîşaneya serketinê pêşwazî kir û got:”Hûn çi ceza bidin jî wê tu carî min ji têkoşîna azadiyê dûr nexe. Hûn ji bo dilê dewleta Tirk û Erdogan xweş bikin min û hevalên min didarizînin. Bi dayîna piştgiriya Erdogan hûn jî piştgiriyê didin terorîstên DAÎŞ’ê. Ev piştgirî ji gelê we yê li Solingen û Mannheimê re weke mirinê vedigere. Ez kesên ku di van êrîşên hovane de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînim, ji birîndaran re şîfayê dixwazim û ji malbatên wan re jî sersaxiyê dixwazim. Bi vê darizandinê re hûn bi hiqûqa xwe re dikevin nava dubendiyê.” Piştî ku dadgehê biryara xwe eşkere kir, koma ji 40 kesî pêk dihat li eywana danişînê dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" berz kirin û nerazîbûn nîşanî biryarê dan. 

Dilê Erdogan xweş kirin

Parêzerê Kenan Ayaz Stefan Kuhl ku piştî dadgehê, diyar kir ku ev biryar nayê qebûlkirin û skandal e. Parêzer Kuhl anî ziman ku ew ê di nava hefteyekê de îtîrazî biryarê bikin. Kuhl destnîşan kir ku Kenan Ayaz di pêvajoya dadgehê de fikrên xwe bi biryardariyeke mezin aniye ziman û got ku Kenan Ayaz kesekî ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe ye. Parlamentera Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemîr diyar kir ku ev biryar nayê qebûlkirin û got:“Dadgehê bi vê biryarê careke din rejîma Erdogan kêfxweş kir.” Siyasetmedar Selma Irmak jî got:“Bi vê cezayê re ji Kurdan re dibêjin ‘hûn ê siyasetê nekin, em mafê we yê siyasetê asteng dikin’.” Siyasetmedar Nîhat Akdogan jî diyar kir ku dadgehên Elman dadgehên Tirkiyeyê ji xwe re mînak digirin û got:’’Ez tu cudahiyê di navbera dozgerên Elman û Tirkan de nabînim. Ew jî wekî dozgerên Tirk ên di bin navê 'Doza KCK'ê' de siyasetmedarên Kurd darizandin. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe ger hûn Kurd bin û têkoşîna azadiyê diparêzin, berdêla wê didin.”

ANF/HAMBÛRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.