Dermankirina bi hespan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 12 Tîrmeh 2024 - 00:32

ZEYNEB ÎSA / NÛJINHA / QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo dermankirina zarokên Otîzmê ji aliyê malbata El-Faris ve çewlika hespan hat vekirin. Xwediya çewlikê Roz El-Farisî dibêje ku vekirina çewlikê ji bo dermankirina zarokên nexweşiya otîzmê ye û bicihbûna xewnên jinên ciwan a siwarbûna hespan e. Roz El-Faris wiha behsa destpêka vekirina çewlikê û armanca wan a bi vekirina wê dike:"Ev nêzî mehek e min ev proje bi alîkariya hevjînê xwe da avakirin. Armanca me bi vekirina vê projeyê ew e ku em zarokên xwe ji nexweşiya otîzmê baş bikin. Ji ber siwarbûna hespan hesteke cuda dide mirovan û dermanê gelek neweşiyên derûnî ye. Di destpêkê de hinek zehmetiyên madî çêbûn, ji ber ku xwedîkirina hespan û anîna wan pir biha ye, lê bi biştgiriya malbat û hevjînê min, zehmetî kêm dibin. 5 rahînerên jin û yên mêr hene zarok û jinan fêrî siwarkirina hespan dikin. Bi rastî jî her rahînerek şêwazekî wan ê taybet heye, jinan fêr dikin û bi awayekî pir baş. Hejmara kesên ku tên fêr dibin 11 zarok, 5 jin û 4 mêr in. Ez bang li her kesê dikim ku fêrî siwarbûna hespan bibin ji ber ku gelek aliyên wê yên erênî hene û siwarbûna hespan bi xwe cihê kêfxweşiyê ye. Rahênera jin Meryem Elî jî got:’’Em li vê derê pêşwaziya jin û mêran dikin, wan hîn dikin çawa fêrî siwarbûna hespan bibin û xewnên xwe bi cih bînin. Ji aliyê zarokan ve hinek tirs heye dema ku  li hespê siwar dibin. Destpêkê, em wan fêrî nêzikatiya wan a bi hespê re dikin, çawa bi hestên dilovanî nêz bibin. Paşê hêdî hêdî bi hev re bimeşin, a dawiyê jî çawa siwar bibin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.