• Li Ewrûpayê çi tişta baş li ser navê Abdullah Ocalan bibe, dewleta Tirk xwe dîn dike û bersivê dide muxateban û dest bi derewan dike. Vê carê jî Şaredarê Rendeyê, Marcello Manna derseke xweş da dewleta Tirk.

Şaredariya Rende ya Îtalyayê vê Nîsanê, welatîbûna rûmetê dabû Rêber Abdullah Ocalan. Sefîrê Bilind ê dewleta Tirk ê li Romayê Mûrat Salîm Esenlî jî nameyek ji Şaredarê Rendeyê Marcello Manna re şand û hewl da zextê lê bike. Di nameyê de têkoşîna Kurdan weke her car bi 'terorîzmê' hate pênasekirin û wî hewl da welatîbûna rûmetê jî weke 'piştgiriya ji bo terorîzmê' bi nav bike.

Şaredar Marcello Manna jî li ser hesabê xwe yê Facebookê bersiv da nameya Sefîrê Bilind ê Tirk. Marcello Manna got, ew ê bi xwe timî li cem bindestan be. Bersiva Manna wiha ye: "Têkildarî nameya we, em dixwazin destpêkê destnîşan bikin ku dayîna welatîbûna rûmetê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nayê wateya piştgiriya ji bo terorîzmê yan jî rewakirina terorîzmê.

Ji bo aştiyê hewl da

Rêberê Gelê Kurd di ti lîsteyeke terorîst a fermî de cih nagire. Her tim ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane bi rengekî yekalî hewl da, ji bo vê jî 22 sal in li hepsekê de di nava êşkence û tecrîdê de têkoşîna parastina gelê xwe dewam dike.

Şervanên Kurd weke yekane hêza leşkerî ya bejahî beşdarî hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYE'yê yên li dijî DAIŞ'ê bûn. Civaka rojavayî jî vê yekê bi saya Abdullah Ocalan dibîne.

Me pirsgirêkên bi vî rengî çareser kirin

Bi dayina welatîbûna rûmetê me xwest ku em balê bikişînin ser mafê xwebirêvebirinê yê gelê Kurd. Bi saya pîvanên demokratîk ku di rêziknameya me ya destûra bingehîn de cih digire, me pirsgirêkên bi vî rengî çareser kirin.
Bi qasî mafên şexsî û hindikahiya etnîkî, divê mafên sivîl jî bi rengekî gerdûnî bêne naskirin û di nava civakeke demokratîk, pirralî, ekolojîk, femînîst û lîberal de bêne misogerkirin.

Li gel van hemûyan, heger hûn amade bin, em dikarin di civîneke vekirî ya şaredariyê de bi we re nîqaş bikin.

Serdema mafan e

Em amade ne pîvanên hurmeta li cihêrengî û wekheviyê nîqaş bikin. Ne tenê ji bo Îtalyayê ji bo tevahiya welatan, em gihîştin mîlenyûma sêyemîn ku serdema mafan e. Rende ji bo parastina mafên mirovan û wekheviya navbera gelan, wê timî bi bindestan re be."

Şaredarî rûmetê didin Tirk dîn dibin

Şaredariya Rende ya Cosenza ya li herêma Calabria ya Îtalyayê destpêka Nîsanê welatîbûna rûmetê dabû Rêber Abdullah Ocalan. Berê jî Şaredariyên Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano, Pinerolo, Castel de Giudice, Castel Bottaccio, Berceto, Cinquefrondi û Fossalto welatîbûna rûmetê dabûn Abdullah Ocalan. ANF/ROMA