Derfeta şikandina mejiyê komarê

În 31 Adar 2023 - 00:28

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok got, “Têkçûna desthilatdariya AKP-MHP’ê şikandina mêjiyê komara dewleta Tirk a sed salî ye. Bêguman rewşeke nû ye.”

Endamê Konseya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sabrî Ok beşdarî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû. Sabrî Ok li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên li Tirkiyeyê axivî û wiha got; “Rewşa Rêber Apo, mijara herî jiyanî û girîng e, divê her tim di rojeva rêxistina me û ya her hevalekî/ê de be û her kes dizane 24 sal bi helkehelk, em bibêjin, wek polîtîkaya qirkirina gelê Kurd li ser Rêber Apo hat meşandin û 24 sal in, bi lêhûrbûn, bi berxwedan, bi her awayî, Rêber Apo xwe gihand, ya din jî heya îro li ber xwe dide. Ji çar parçeyên Kurdistanê, ji Rojhilata Navîn, Efrîkaya Başûr, ji Efrîkayê, ji Ewropayê, ji Japonyayê, ji her derê û paradîgmaya Rêber Apo bi qasê ku em belav bikin û bi mirovahiyê bidin famkirin, bixin rojeva mirovahiyê bi rastî mirovahî û gelek gelên têdikoşin, li ber xwe didin û li gorî vê paradîgmaya modernîteya demokratîk hezkirina wan a ji Rêber Apo, gelek e. Jê hez dikin, dixwazin fam bikin, ew wek pergaleke, wek enternasyoneleke nû li ser nirxên azadî û demokrasiyê, azadiya jinan û ekolojî hevûdin bigirin wek îradeyeke demokratîk. Ji wê boneyê, hezkirina ji Rêber Apo, xwedî derketina li Rêber Apo, tiştekê pirr xwezayî, pirr normal, heta kêm e. 

 

Ev hilbijartin gelekî girîng e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bal bire ser hilbijartinên li Tirkiyê pêk bên jî û got:’’Dibêjin ev hilbijartin, hilbijartineke giring e û rast e em jî dibêjin hilbijartin giring e. Yanî, Tirkiye carinan te dît, rewşên awarte, dagirkerî, mêtingeriyê diyar dike, cuda lê bi giştî, her tim ne di wexta xwe de be jî hilbijartin çêdibin yanî. Çi yên herêmê, çi yên giştî, lê hilbijartin e yanî. Pirr kelecan û pirr pirs zêde di rojeva civakê de nayên avakirin. Wisa tiştekî wek rûtîn û normal tê dîtin. Vê carê ne wisa ye. Îcar bi rastî, ev hilbijartin pirr girîng e.

 

Erdogan dibêje bila PKK siyasetê neke

Beriya bi çend rojan, me li televîzyoneke AKP’ê guhdarî dikir, Kanala A qala heval Ebbas dikir. Wey, heval Ebbas gotiye, nizanim, em filan kesî destek dikin, filan kesî destek nakin. Ma ev PKK’ê çi dihesibînin, PKK, jixwe destpêkê tevgereke îdeolojîk, siyasî ye. Em ê heya ku derê bi kê re bibin piştgir, nebin piştgir, li gorî nirxên me, îdeolojiya me, siyaseta me ye, taktîk rojane ye, demkî ye, salane ye, stratejîk e, karê me ye. Yanî, AKP, çi ji PKK’ê dixwaze? Yanî, hîç qala siyasetê neke, faşist in helbet, naxwazin PKK siyasetê bike. Em tevgereke îdeolojîk in, weke PKK, erk û berpirsyariya me cuda ye. Tevgerên siyasî, legal, demokratîk, ya wan cuda ye. Ew karê xwe çawa dimeşînin, karê wan e.  

 

Siyaseta Kurd xwedî tecrûbe ye

HDP û siyasetmedarên Kurd û yên demokrat, xwedî tecrûbe ne. Çend partî hatine girtin, çend partî hatine tunekirin. Lê gele Kurd, îradeya demokratîk, Kurd çi, Tirk çi, gel û civakên din, her heye û her diçe jî mezin dibe. Gelê Kurd û dostên gelê Kurd û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, ên çep, ên sosyalist, bi hev re, em bibêjin, helwesta xwe diyar bikin, siyaseta demokratîk bikin. Hilbijartin heye, ê wê herhal serê xwe li ber şûrê wan dirêj nekin. Afirîner bin. Wan jî biryar daye ku di Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. Pirr rast e, li gorî me jî ya maqûl ev e. Herhal xwe ji berê ve amade kirine. Xwedî tecrûbe ne û gelê Kurd jî xwedî tecrûbe ye. Ew partî hatiye guhertin, logoya wan hatiye guhertin, hema karê rojekê ye. Fêr bibin û dengê xwe baş bi kar bînin. Ez di wê baweriyê de me yanî. Tiştekî jî nikarin bi HDP’ê bidin windakirin. Baş e, gelê Kurd bizane ku li hember gelê Kurd, siyaseta Kurd û demokratîk, ne tenê dijîtiya dagirkeriyê ye û siyaset dagirker e. Hiqûq jî li dij e. Hingê mirov wê bêhtir dibe xwedî hêz. Hêza demokratîk, hêza civakî, hêza siyasî hê bêhtir mezin bike. Bi rastî wisa encam bigire ku ew dagirkerî nikare êdî dewam bike û nikare li rojeva Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê, li gelê Kurd bandorê bike. 

 

Erka me azadkirina Rêber APO ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bi rasthatina 4’ê Nîsanê roja jidayîkbûna Rêber Abdullah Ocalan de jî axivî û wiha got;’’4’ê Nîsanê, di serî de Rêber Apo, li tevahiya gelê me, heval û hevrêyan pîroz dikim. Jidayîkbûyîna Rêber Apo ye. Rojeke giring e. Rojeke birûmet e. Rêber Apo, yanî gelê me, bi Rêber Apo xwe nas kir. PKK, bi Rêber Apo bû, me wisa xwend, xwe nas kir. Roja me ye, roja me hemûyan e, roja gelê me ye, roja gelên berxwedêr, hêzên demokratîk, sosyalîst e. Vê rojê, wek rojeke pîrozbahî lê heman demê rojeke wisa mirov rastiya xwe di ber çavan re derbas bike, wisa mirov binirxîne. Wateyeke wisa bide vê rojê. Rebêr Apo ku 24 sal in wek destpêkê me anî ziman, hîna jî li Îmraliyê û wisa derdest e. Em erkdar in, berpirsyariya me ye, rojek zûtir wek roja 4’ê Nîsanê rojbûyîna Rêber Apo, li derve em bi hev re pîroz bikin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.