BIRWA ESHED/ROJNEWS/KERKÛK

 

Jinên Kerkûkî diyar dikin ku jin bi xwendinê azad dibin û ji mafên xwe haydar dibin. Jinan daxwaz kirin ku hîn zêdetir derfet û zemîn ji jinên Kerkûkê re were afirandin û hîn zêdetir tevlî nava çalakiyên rewşenbîrî bibin.

Yek ji rêyên şiyarbûnê, xweperwerdekirina jinan a ji bo nasîna erk, maf û rola xwe ya di nava civakê de, her wiha ji bo rabûna li ber hişmendiya baviksalarî, şidet û hemû astengiyên li pêş jinan, xwendina pirtûkan û tevlîbûna nava karên rewşenbîrî ye.

Jinên Kerkûkî derbarê giringiya xwendin û xwebipêşxistina jinan de axivîn.

 

Di wesayîtê de dixwîne

Fênik Ezîz bal bire ser giringiya xwendinê ji bo mirov û bi taybetî jî ji bo jinan û got, “Mirov bi xwendinê şiyar dibin, li nava mirov û civakê de têgihiştin çêdibe. Di heman demê de wisan dike ku mafên mirovan neyê binpêkirin. Pêwîst e jin û mêr xwîner bin da ku bikarin têgihiştina hevdu temam bikin. Wek kes, tevî ku dema min ji ber karkirin û mezinkirina zarokan kêm e, lê pirraniya deman ez di wesayîtê de dixwînim.”

Di dewamê de Fênik Ezîz da zanîn ji ber ku perwerde di dest dayîkê de ye, dikare bi şêweyê herî baş zarokan perwerde bike: “Jin bi xwendinê azad dibin, ger jin azad be dikare zarokên xwe bi azadiyê perwerde bike.”

Malbat astengiyan derdixin

Jiyan Ubêd jî bal bire ser nebûna derfetan a li ber jinên bajêr û got, “Pêwîst e derfet û zemîn ji jinên Kerkûkê re were afirandin û hîn zêdetir tevlî nava çalakiyên rewşenbîrî bibin. Pêwîst e jinên ciwan hîn zêdetir tevlî çalakiyan bibin. Gelek jinên ciwan li bajêr hene, lê malbatên wan astengiyan derdixin û rê nadin ew tevlî çalakiyan bibin. Hişmendiya baviksalarî li Kerkûkê di asteke bilind de ye, ji ber wê, rê nadin jin tevlî çalakiyan bibin.”

Jiyan Ubêd xwest dawî li kuştinên jinan û hişmendiya baviksalarî were anîn, her wiha rê bidin jinan da ku bi rola xwe ya nava civakê rabin.