Kurdên Libnanê Newroza xwe îsal ji ber tevdîrên pandemiya ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) bi derengî pîroz kir. Lê dîsa jî wan li paytext Bêrûdê li ber perê behrê, newroza xwe bi cilûbergên rengîn û bernameyeke muzîkê ya dewlemend pîroz kir. Rojnameya Libnanî The National Newsê cihekî fereh da pîrozbahiyê.
Ji mêj li Libnanê Kurd hebin jî, hîna nû di sedsala 20´an de hejmara wan êdî bi dehhezaran hat îfadekirin. Ji salên 1970´î ve gelek Kurdên ji Rojava jî li Libnanê bi cih bûne.
Hem li ser dikê û hem jî di destê Kurdan de wêneyên Ocalan, alayên PKK´ê û Tev-Demê hebûn, û dikirin ku meydana pîrozbahiyê rengîn bibe.
Hîba Rammî yek ji wan Kurdên ji Rojava penaber bûye. Ew dibêje, “Tirkiye hê jî gefan li me dixwe. Ji ber wê, em venagerin gundê xwe yê li Kobanê.”
Hayder Zayter jî muzîkjenekî Libnanî yê naskirî ye û beşdarî pîrozbahiyê bûye. Ew dibêje, ew hatiye hem ji bo şabûna bi pîrozbayiyê û hem jî ji bo piştgiriyê. Ew wiha dewam dike: “Newroz dibe beşek ji çanda Libnanê. Em dixwazin vê şahiyê bi Kurdan re parve bikin û her wiha têkoşîna wan parve bikin ya ku em hemû êdî nas dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN