Derdê her beşî guhertî bû

Çarşem 23 Sibat 2022 - 22:12

  • ’’Di van gotaran de çend tiştên esasî derketin pêş. Yek jê ew bû ku derdê her beşî guhertî bû. Derdê Başûr derdekî din bû, yê Rojava derdekî din bû, yê Rojhilat û yê Bakur jî her yekî derdekî din bû.’’

LQUMAN GULDIVÊ / SILÊMANÎ

Li Koyê, bi organîzasyona hevpar a Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Koyê û Komîsyona Ziman a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi sê panelan konferanseke bi navê Rewşa Zimanê Kurdî û Astengiyên Heyî bi rê ve çû. Ev konferans hem ji bo KNK’ê û hem jî ji bo Zanîngeha Koyê îşaret bi hevkariyeke nû dike. Komîsyona Ziman a KNK’ê berê gelek konferansên bi heman boneyê û li ser mijarên elaqedar organîze kiribûn. Lê ev cara yekê bû ku bi hevorganîzasyona zanîngehekê bi meseleyê dadiket.

Zanîngeha Koyê jî bi handana serokê zanîngehê, ev yekem car bû ku bi rewşa zimanê Kurdî ya her çar parçeyan dadiket û wê ev jî bi hevkariya KNK’ê dikir. Bi vî hawî, cihê kêfxweşiyê û sedema niyaza dewama vê hevkariyê, eşkere ye.

Her beşî behsa xwe kir

Di vê konferansê de piştî ku Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad û Serokê Zanîngeha Koyê Prof. Dr. Welî Mehmûd bixêhatina beşdaran kir, di panela yekê de ji her çar parçeyên Kurdistanê, li ser rewşa zimanê Kurdî li van parçeyan gotar hatin pêşkêşkirin. Di van gotaran de çend tiştên esasî derketin pêş. Yek jê ew bû ku derdê her beşî guhertî bû. Derdê Başûr derdekî din bû, yê Rojava derdekî din bû, yê Rojhilat û yê Bakur jî her yekî derdekî din bû.

Li ser rewşa zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê, Prof. Dr. Cafer Şêxulislamî ji bajarê Kanadayê Ottawayê online beşdarî konferansê bû. Wî li navenda gotara xwe siyaseta ziman a dewletê danî û behsa wê yekê kir ka li gorî vê siyasetê rewşa zimanekî hindikahiyekê çawa diguhere.

Di rewşa heyî de li Rojhilatê Kurdistanê, li aliyekî tehemuleke beramberî Kurdî hebe jî êriş û pêkutî bêhtir derdikevin pêş û bi gotinên dawî yên Cafer Şêxulislamî, ‘zimanek şêwezarek e ku pê perwerde tê kirin’. Yanî ji bo misogerkirina hebûn û parastina zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê, weke zimanê perwerdeyê bikaranîna Kurdî heyatî ye.

Derdê Başûrê Kurdistanê, bêhtir meseleya belavbûna peyvên biyanî û yeknebûna zimanê nivîsî û pirsgirêkên elaqedarî wê bûn. Lê ne di vê beşê de di beşa diduyê de em bêhtir bi van pirsgirêkan hisiyan. Di vê beşê de Dr. Azad Baxewan ji Beşê Kurdî yê Zanîngeha Kerkûkê behsa rewşa zimanê Kurdî li Kerkûkê û pirsgirêkên sereke yên zimanê Kurdî li Kerkûkê kir. Pirrzimanîbûna li Kerkûkê û herwiha pirrengîbûna şêwezarî ya Kurdî li Kerkûkê wî weke modeleke piçûk a zimanî ya Kurdistanê bi nav kir – helbet bêyî hebûna tesîra Kurmancî û Zazakî –. Li Kerkûkê pirsgirêka esasî meseleya dibistanan, gihandina mamosteyan û rewşa xwendina bilind a Kurdî ye ku di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de asê maye. Mufredata herêmê û mamosteyên herêmê ji bo Kerkûkê timî hêsanker nîne. Lê cihê dilxweşiyê ye ku malbat bêhtir tercîh dikin zarokên xwe bişînin dibistanên Kurdî.

Dîrokçeyeke vejîna Kurdî li Rojava

Herçî Rojava ye, kula wê rûnandina sîstema wê ya perwerdeyê bû. Bi nîşandana bipêşketina nexasim ji salên 2000’î û vir ve, ya di perwerdeya bi Kurdî de pirsgirêkên îro hatin darîçav kirin. Gava diyarker vekirina dibistanên li malan e; hê di sala 2007’an de yanî beriya Şoreşê ji bo Şoreşê ev gav dibe pêlikeke destpêkê. Ji Hevseroka Desteya Zimanê Kurdî û perwerdekara Zanîngeha Rojava Zekiye Nayif Hesen weke ta bi derziyê ve bike, behsa rewşa perwerdeya bi Kurdî li Rojava kir. Bi Şoreşê re jî gav yek bi yek tên avêtin, ji dibistanên seretayî heta zanîngehan îro temamê perwerdeyê ji bo Kurdan bi Kurdî ye. Halê hazir bêhtirî 800 hezar xwendekarî bi Kurdî perwerde dibin.

Pirsgirêka esasî lipeyxwehiştina mufredata rejîmê bû ku wan bi xebateke birêkûpêk kariye bikin. Halê hazir ji sedî dehê xwendekarên Kurd ji ber ku dêûbavên wan qaneh nînin, zarokên xwe naşînin dibistanên Kurdî û Zekiye Nayîf Hesen got, niha saziyên peywendîdar ji bo razîkirin û qanehkirina wan jî kar dikin.

Çima li Bakur dibistanên malan venebûn?

Kula Bakur kuleke manûnemanê bû. Mamoste Hemîd Dilbehar ji Med-Dera Wanê îşaret bi rewşa halê hazir a pirr dijwar a bikarneanîna Kurdî kir. Wî dîmenekî pirr neerênî xêz kir û banga xwedîderketina li têkoşîna ji bo zimanê Kurdî li tevahiya aliyên Kurdistanê yên xwedî derfet kir.

Esas di nava axaftina xwe de, wî jî îşaret pêkir ku êdî Kurd weke berê ji zimanê xwe şerm nakin; wî ev yek weke guhertineke erênî jî nirxand.

Lê bi ya wî Kurdî êdî li sûk û navmalên navçe û bajarên weke Gever, Colemêrgê jî kêm dibe û ev jî meseleya manûnemanê darî çav dike. Tevî dîmenê reş, wî behsa hebûna bi hezaran mamosteyên Kurdî kir, yên ku ji ber nebûna derfetan nikarin xizmeta perwerdekirinê bikin. Axir li ber min ew pirs bivênevê peyda bû: Çima Tevgera Azadiya Kurdistanê nikare van bi hezaran mamosteyan seferber bike ku li malan û kolanan Kurdî hînî zarokan bikin? Çima sala 2007’an li Rojava ev mumkin bû û çima ji hingê ve li Bakur ne mumkin e? Bi ya min bersiva vê pirsê, berpirsê yekem e ji bo rewşa zimanê Kurdî ya Hemîd Dilbehar pirr bi reşbînî behsa wê kir. Bi ya min banga mamoste û nivîskar Hemîd Dilbeharî ya ji bo raperîneke ji bo Kurdî, tenê bi bersiveke jidil a ji bo pirsa li jor, mumkin e.

Minaqeşeyên li ser çareseriyê

Di panela duyem de diviyabû minaqeşe li ser çareseriyê bihata kirin. Ji beşê zimanê Kurdî yê Zanîngeha Koyê Dr. Emer Mehmûd Kerîm behsa meseleya amadekirina siyaseta ziman a hikûmeta herêma Kurdistanê kir. Li vir meseleyên yeknekirina Soraniya îdarî li parêzgehan, di nava zimanê Kurdî de belavbûna peyvên biyanî, derkete pêş. Weke pêşniyaza sereke ya çareseriyê jî wiha diyar e ku karekî nû yê diyarkirina siyaseta ziman a hikûmetê wê lazim bibe. Li ser pirsekê, em hîn dibin ku hikûmet jî û Dr. Emer Mehmûd Kerîm jî xwendina bi zimanê dayikê di dibistanên seretayî de ji bo her hindikahiyê [taybetî bi Suryanî] bi zimanê wan erê dikin, lê ji bo xwendina amadeyî û bilind, derfetên vê yekê tine dihesibînin.

Siyaseta tinekirina Kurdî

Min jî li ser Bakurê Kurdistanê minaqeşeyeke li ser esasê kir û berê xwe neda minaqeşeyên li ser hûremûrkan. Heger pirsgirêka esasî manûneman be, naxwe divê siyaseta Kurdî nav li meseleyê bike: Siyaseta tinekirina Kurdî ya dewleta Tirk beşek ji wê  siyaseta qirkirina Kurdan e ku ji destpêka komarê ve bi rê ve diçe. Yanî bi ya min ne maqûl e, em bi navê linguicide (qirkirina zimanî, zimankujî) nav li meseleyê bikin. Heger armanc qirkirina Kurdan e, naxwe tinekirina zimanê Kurdan jî qirkirin (jenosîd) e. Lewma, bi vî rengî li meydana hiqûqa navneteweyî jî em dikarin gunehê li dijî Kurdan û Kurdî yekser weke qirkirin bi nav bikin; û jixwe terîfa qirkirinê ya Neteweyên Yekbûyî jî destûra vê yekê dide. Halê hazir tişta ku ji bo tinekirina Kurdî weke amûr tê bikaranîn jî zimanê Tirkî ye. Yanî zimanê Tirkî dibe ku bi maneyeke zimanzaniyê bêguneh be, lê di peywenda qirkirina Kurdan de ew sîleheke qirkeran e. 

Piştî vê tesbîtê, min ji bo çareseriyê jî pêşniyaz kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi temamê kirdeyên xwe weke aktor li meydana siyasî û civakî siyaseteke xwe ya ziman ji bo vegerandina Kurdî li nava civaka Kurd bi pêş bixe. Tevî bi dehan kampanya, tevî ku her sal bi çend boneyan serîêşandina bi zimanê Kurdî heye, li Bakur heta niha siyaseta zimanê Kurdî ya aktorên sereke yên siyaseta Kurd nîne. Siyaseteke berfereh a ku armancên demkurt, dema navîn û dema dirêj ji bo man, parastin û bipêşxistina Kurdî li Bakur deyne ber xwe, bi ya min heyatî ye.

Ez nizanim ev peyama min çiqasî gihişt muxatebê xwe, lewma ajansa nûçeyan, Rojnewsê ne behsa tesbîta sereke, ne behsa pirsa sereke û ne jî behsa pêşniyaza min a çareseriyê di nûçeya xwe de nekiribû. Axir ji parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag jî di nava guhdarên konferansê de bû û hêvî dikim ku wê gotara min weke rexne û pêşniyaz fêhm kiribe û wiha jî ragihîne aktorên siyasî yên berpirsiyar.

Dr. Kamuran Berwarî jî piştî gotara xwe ya berfireh, xasma rexne li wê yekê girtin ku Mexmûr niha ji xwendina li Hewlêrê bêpar tê hiştin. Bi ya min meseleyeke girîng e. Du mamosteyên weke mêvan ji Mexmûrê di konferansê de hazir bûn, behsa zehmetiyên PDK li ber xwendina li nava wargehê kirin, û wan her wiha destûrnedana xwendina derçûyiyên dibsitana amadehî ya Mexmûrê li zanîngehên Hewlêr û Dihokê jî îfade kir. Bi gotinên Dr. Kamran Berwarî, ev rewş cihê şermê ye. Ti sedema rewa û maqûl nîne ku mirov weke hincet bi kar bîne û zarokên penaber ên Kurd li ser xaka Kurdistanê ji xwendinê bêpar bike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.