Derdê dewleta Elman sermeya wê ye

Nivîskar û ramangerê Lehistanî (Polon) Tomasz Konicz, li meydana felsefeya alternatîf a Elmanî, yek ji kesayetên naskirî ye. Konicz di heman demê de yek ji pisporên sereke yên teoriya pergala cîhanê ya Immanuel Wallerstein e. Pirtûkên ku heta niha nivîsandiye wiha ne: "Di pêvajoyên krîzê de siyaset", "Îdeolojiya krîzê", "Bilindbûn û hilweşîna Ewrûpaya Elman", "Kapîtalkollaps", "Di sedsala 21'ê de faşîzm", "Sîstema kapîtal-aborî ya dijminê avhewayê, çavkaniyên me yên jiyanê çawa tine kirin?"

Tomasz Konicz li ser bêdengiya welatên rojavayî li pêşberî tecrîd û êşkenceya giran a li Îmraliyê û bandora azadiya Rêber Abdullah Ocalan li aştiya herêmê û cîhanê ji ANF'ê re peyivî.

Bêdeng dimînin

Konicz bi bîr xist ku li gel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) û raporên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewrûpayê (CPT), dewletên Ewrûpayê bi taybetî jî Elmanya, li pêşberî kiryarên li derveyî mirovahiyê yên li Îmraliyê bêdeng dimînin. Ji bo sedema vê yekê jî ew balê dikişîne ser "hêzê û berjewendiyên jeopolîtîk". Li gorî Tomasz Konicz yek ji sedemên bêdengiya li pêşberî tecrîda li Îmraliyê ew e ku dewleta Tirk ji bo Elmanyayê li herêmê bi rola pirê tevdigere, hevalbendekî bi vî rengî ye û Tirkiye ji bo sermayeya Elman welatê sereke yê veberhênanê ye.

Tirkiye nobetdarê li ber derî

Tomasz Konicz destnîşan kir ku ji bo rêveberiya Berlînê di heman demê de Tirkiye 'nobetdarê li ber derî' ye yê ku pêşî li derbasbûna penaberan a ji bo Ewrûpayê digire û got: "Ji ber van hesabên hêzê, xwe li demokrasî û pîvanên mafên mirovan kerr û kor dikin. Nêzîkatiya cotstandartî ya hikûmeta Elman a Federal a di mijara mafên mirovan de, bi pirsgirêka Kurd re bi rengekî berbiçav tê dîtin. Bêdengiya li pêşberî mijara Abdullah Ocalan, nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd radixe pêş çavan.

Hingî xwe bêdeng dike

Rêveberiya Berlînê ku li dijî Rûsya û Çînê qerta mafên mirovan bi lez û bez bi kar tîne, dema ku mesele Abdullah Ocalan, dagirkeriya li herêmên Bakurê Sûriyeyê yan jî binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê be, hingî xwe bêdeng dike.

Destpêka bidawîkirina rêbazên çekdarî 

Rejîma Erdogan pêşiyê li çareseriyeke mayinde ya li Tirkiyeyê bi azadiya Abdullah Ocalan digire. Ji ber ku pêvajoyeke bi vî rengî wê dawî li desthilatdariya Erdogan bîne. Bi dîtina min aştiya li Kurdistanê û azadiya Abdullah Ocalan wê destpêka bidawîkirina rêbazên çekdarî be."

NAVENDA NÛÇEYAN