Tessa Perlow hunermendeke ta û derziyê ye. Ew bi ta, derzî û çendek durran, hunerê neqişandinê radike, dibe qonaxeke din a bi temamî nû.
Wê gelek caran bihîstiye ku xelkê ji bo berhemên wê gotiye, "Û ev hemû bi rastî jî bi neqşê hatine çêkirin?" Erê helbet hemû hatine neqişandin û bi awayekî gelekî serketî, hostekarane.
Di vî wêneyî de em dibînin ku wê xwe li deqên ji neqşan jî qewimandiye. Ev deqên demkî ne û ji bo demeke kin li ser laşên mirovan dimînin. Wê ev karê xwe bi hevkariya Tattly çêkiriye ku çêkirina deqên demkî teşwîq dike.
NAVENDA NÛÇEYAN