Depoyên Dêrezorê têne nûjenkirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 15 Nîsan 2024 - 00:58

ELÎ EREB / ANHA / DÊREZOR

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo ku ewlehiya xwarinê peyda bike û piştgiriya çandiniyê bike, dest bi projeya sererastkirina depoyên Bêtûniyê yên li kantona Dêrazorê kir.

Depoyên Bêtûniyê di encama şerên dijwar ên sala 2015`an heta sala 2019`an de wêran bûbûn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sererastkirina van depoyan xist nava plansaziya xwe û bi 800 hezar dolarî fînanseya wê dike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê dest bi xebatên sererastkirina depoyan kir ku kapasîteya wan 150 hezar ton e. Ji vê yekê armanc dike piştgiriya binesaziya çandiniyê bike û fişarên aborî li ser cotkaran bi nêzîkbûna mewsima çandiniyê ya havînê re, sivik bike.

Çavdêrê giştî yê Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê ya Dêrazorê Remadan El Elî têkildarî mijarê got, "Bi çarçoveya pêkanîna encamên Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê me dest bi vê projeyê kir. Ji lew re me di 5`ê Çileya îsal de dest bi xebatên sererastkirina depoyan kir."

El Elî wiha domand: "Em dixwazin bar li ser şêniyan sivik bikin, ji ber wê hewldan hene ku xebat beriya havînê bi dawî bibin."

Çaverê ye Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê xebatên sererastkirinê beriya mewsima çandiniyê ya havînê bi dawî bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.