- Xwepêşandanên xwendekarên zanîngeh û peymangehan doh jî li Silêmanî, Ranya, Qeladize, Koye, Germiyan û Helebceyê dewam kir.
Xwepêşandanên xwendekarên zanîngeh û peymangehan doh jî li Silêmanî, Ranya, Qeladize, Koye, Germiyan û Helebceyê dewam kir. Xwendekaran got, daxwaza wan a sereke dayîna xerciya mehane û xizmetguzariyên sereke ne.
Li Silêmanî, Ranya, Qeladize, Koye, Germiyan û Helebceyê xwendekar li ber derê zanîngehên xwe kom bûn û bi dirûşme û rakirina pankartan daxwaza mafên xwe kir.
Ji sala 2014’an ve bi behaneya qeyrana darayî û şerê li dijî DAIŞ’ê xerciya mehane ya xwendekarên zanîngeh û peymangehan hatiye qutkirin. Bi rojane xwendekar li meydanan in û daxwaza mafên xwe dikin. Di nava du hefteyên bihurî de li gelek cihan hêzên ewlehiyê êrişî xwendekaran kir, gelek xwendekar birîndar bûn û gelek jî hatin girtin. Xwendekar dibêjin, heta daxwazên wan neyên bicihanîn ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ