Dengê xwe bidin Şengala xwe
Çarşem 22 Mijdar 2023 - 00:15
Ji bo hilbijartinên parezgehên Iraqê ku tê payîn di 18’ê Kanûna îsal de pêk bên, li Şengalê rojeva hilbijartinê her ku diçe germ dibe. Xelkê Şengalê, sazî û dezgehên gel, kesayetên diyar ên Şengalê roj bi roj piştgiriya xwe ya ji bo her 4 namzetên Rêveberiya Xweser a Şengalê didin xuyakirin û banga tevlîbûneke xurt a hilbijartinê li xelkê Şengalê dikin.
Endamên Desteya Eşayîrî ya Şengalê jî piştgiriyê didin namzetên gel ên ku bi ser Hevpeymana Yekîtiya Gelên Nînowayê beşdarî hilbijartina parêzgeha Mûsilê dibin. Serokeşîrên Şengalê balê dibin ser tifaq û yekîtiya hêz û aliyên siyasî yên Şengalê û destnîşan dikin ku serkeftina di hilbijartina encûmena parêzgeha Mûsilê de, wê destê Şengaliyan xurt bike da ku pirsgirêkên îdarî yên Şengalê çareser bibin û hêza xwe rêvebirina Şengalê geştir bike.
Endamê Desteya Eşayîrî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Mirad Nemir ku di heman demê de muxtarê gundê Çelê ye, piştgiriya xwe ya ji bo namzetên Rêveberiya Xweser nîşan da û got:“Me divê keda me ya di ber Şengalê de vala neçe. Îro xelkê me li ser axa xwe be wê karibin ji Şengalê re bêtir kar bikin. Gelê me dema li Başûrê Kurdistanê bin wê nikaribin dengên xwe bi dilê xwe bikar bînin.”
Dexîl Xwedêda Xelef ê ji eşîra Hebabî jî banga hişyarbûnê li civaka Êzîdî kir da ku ji bo hebûna xwe bikevin nav tevgerê û got:“Ev hilbijartin ji hilbijartina parlamentoyê girîngtire ji bo me. Îro em bi xwe hesiyane û em ê ji bo xwe kar bikin. Me îdareya Şengalê heye û me hêz heye, em ê bi hemû hêza xwe ji bo hilbijartinan kar bikin.”
Serokeşîrê Şerqiyan Sebrî Şemo Heso jî got:“Ev tifaq ji bo wê ye ku kesên dilê wan bi Şengalê dişewite Şengalê birêve bibin ne ku xwêrnexwazên Şengalê. Bila gelê me dengê xwe bidin xwe, dengê xwe bidin Şengala xwe. Hesabê zarokên xwe, hesabê rojên pêş bikin. Bila Şengal were avakirin li ser destê we, ne li ser destê xwêrnexwazên Şengalê.”
ROJNEWS/ŞENGAL