Ji hilbijartinên parlamena federal a Elmanyayê re çend roj man. Xelk wê 26´ê Îlonê biçe ser sindoqan. Sîwana komele û meclîsên Kurdan li Elmanyayê KON-MED´ê bi daxuyniyekê da zanîn ku ew destekê dide namzetên ku li gorî 5 pîvanên wê ne.
Pîvanên KON-MED´ê ev in:
- Destekkirina daxwaza diyalogê ya komele û saziyên Kurdan li Emanyayê
- Destekkirina rakirina qedexekirina PKK´ê ya ji 1993´yan ve û ji lîsteya EU´yê ya ya rêxistinên terorîst derxistina navê wê
- Destekkirina daxwaza naskirina Kurdan weke komeke koçberan a xweser û piştgiriya ji bo perspektîvên çareseriya demokratîk û aştiyane li Kurdistanê
- Hewldana ji bo naskirina navneteweyî ya Rojava û destekkirina rêveberiya wê ya xweser; her wiha hewldanên ji bo naskirin û destekkirina statiya Şengalê
- Têkiliyên bi Tirkiyeyê re li ser siyaseta berjewendiyan ava nekin û mitaleyan bike ji bo destekkirina demokrasî û azadiyê.
Namzetên destekê dide wan
Di nava namzetan de ku KON-MED destekê dide wan, hine namzetên ji SPD, FDP û Keskan jî hene. Lê para bêhtir namzetên ku desteka KON-MED´ê digirin ji Partiya Çep (Die LINKE) ne.
Di nava namzetan de em yên Kurd li jêr dikin rêz:
Li Baden-Württembergê
- Akbulut, Gokay. Die LINKE., Di rêza 2´yan a lîsteyê de, li herêma hilbijartinê ya Mannheimê
- Kızıltaş, Zara Dilan. Die LINKE. Di rêza 7´an a lîsteyê de, li herêma hilbijartinê ya Heidelbergê
- Ecevit, Emre. Die LINKE. Di rêza 8´an a lîsteyê de, li herêma hilbijartinê ya Rhein-Neckarê
Berlîn
- Sommer, Helin Evrim. Die LINKE., Di rêza 5´an a lîsteyê de, li herêma hilbijartinê ya 78 Spandau/Charlottenburg Nord
- Bayram, Canan. BÜNDNIS 90/DIE GRÜNEN, Namzeta yekser Friedrichshain-Kreuzberg/Prenzlauer Berg Ost
- Rashid, Vaniessa. BÜNDNIS 90/DIE GRÜNEN, Di rêza 37´an a lîsteyê de, li herêma hilbijartinê ya München-Stadt
Hessen
- Sharif, Ali Nuha. Die LINKE. Di rêza 6´an a lîsteyê de, Sharif Ali Nuha Fulda
- Turgut-Wenzel, Fırat. Die LINKE. Di rêza 10´an a lîsteyê de, Namzetê yek ser ji bo herêma hilbijartinê 186
Niedersachsen
- Ciftci, Mizgin. Die LINKE. Di rêza 4´an a lîsteyê de, herêma hilbijartinê ya Osterholz/Verden
NRW
- Djir-Sarai, Bijan. FDP, Di rêza 6´an a lîsteyê de, li herêma hilbijartinê ya 108´an: Neuss, Grevenbroich, Dormagen û Rommerskirchen
BERLÎN