Dengê xwe bidin Qasim Keşko
Pêncşem 14 Kanûn 2023 - 00:59
Çend roj man ji hilbijartinên Encûmenên parêzgehan ya Iraqê re ku wê 18’ê Kanûnê pêk were. Rêveberiya Xweser a Şengalê û PADÊ di hilbijartinên parêzgeha Neynowayê de bi 4 namzetan li ser lîsteya 134 ya bi navê, ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ tevlî hilbijartinê dibe. Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas bang li xelkê Şengalê kir, di hilbijartinê de deng bidin Qasim Keşko. Xwedêda Ilyas da zanîn berê jî li Şengalê gelek kes hatine hilbijartin, lê dengê gel negihandiye encûmen û parlementoyê. Di dewama axaftina xwede Xwedêda Ilyas ji xelkê xwest kesên di berjewendiya gel de kar dikin, hilbijêrin û got:“Bila gelê me dengê xwe bide kesên bi axa Şengalê ve girêdayî ne. Kesên bi berpirsyariyê radibin, yên berxwedaniyê dikin û ên bi gelê xwe re dilsoz in. Yanî kesek ku kar û xebat dide meşandin, ne kesek ku biçe Başûrê Kurdistanê û li bajaran di cihê xwe de rûne. Ew ê nikaribin pediviyên xelkê Şengalê bibînin û pêşwazî bikin.”
Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas bang li gel kir, deng bidin Qasim Keşo û got:“Hêviya me bi kesek weke Qasim Keşko heye ku ji 2014’an ve, ji bo xelkê xwe li ber xwe dide û terka axa xwe nekiriye. Ew ê ji niha û pê ve jî kar û xebatan ji bo xelkê xwe bide meşandin, ji ber ku bi axa xwe ve girêdayî ye. Wê xelk jî dengê xwe bide wî, ji ber ku ji bo xelkê xwe ked daye.”
ROJNEWS/ŞENGAL