• Li Mexmûrê koma 11´an ji bio destekê bide girtiyên li zindanên dewleta Tirk, greva birçîbûnê dewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, di roja 22´ayn de ye. Doh di roja 21’an de koma 11’an çalakî dewr girt.

Merasîma dewirgirtinê bi rêzgirtinê ji bo tevahiya Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Li ser navê koma 11’emîn Cemîl Kara axivî û diyar kir ku bêhtirî çil rojî girtiyên di zindanên dewleta Tirk de ji ber tecrîdkirina Rêber Ocalan ketine çalakiya greva birçîbûnê: “Em weke gelê Kurd li beranberî dijminekî ewqas hov û xedar, dijminekî ji pîvanên mirovahiyê dûr, têkoşîneke bê hempa dimeşînin. Ji ber wê, em li her devera Kurdistanê, li her qadê ku Kurd lê bin, ji bo şikandina tecrîda li dijî Rêbertiya me, em ê bêyî dudilî têkoşîna xwe bimeşînin.”

Piştre, ji Koma 10’an Bapîr Gundikremo got, “Pêngava Dem Dema Azadiyê ye heye. Ji bo ku ev pêngav bigihe armanca xwe, me jî li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî pêngava çalakiya greva birçîbûnê daye destpêkirin. Bêguman ev bi me tenê naçe serî, pêwîst e em piştgiriyê bidin hevdû, vê pêvajoyê bi ruhekî germ çalaktir bikin û Rêbertiyê bi awayekî fîzîkî azad bikin. Ji ber ku ji derveyî vê rêyê, ti rêya din nîne.”

Çalakvan Rehîme Mihemed jî 6 jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî, Sêvê, Fatma û Pakîze bi bî ranîn û got, “Eger em wek gelê Kurd vê têkoşînê bilind nekin, em nabêjin, em hene û em ê hebin, em ê tine bibin. Cîhan ji rewşa Kurdan ya niha agahdar e û dibîne, bi wê ve girêdayî rewşa Rêberê me jî dibîne û dizane çawe ye. Li hemberî vê rewşê her kes xwe kor û lal kiriye. Ji bo ev tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê me tê meşandin, girtiyên zindanan çalakiya birçîbûnê dabûn destpêkirin, me wek gelê Wargeha Mexmûr jî ji bo pişgirîdayîna çalakiya zindanan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Banga min ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat vî dengî bilind bikin."

ROJNEWS/MEXMÛR