Dengbêjiyê ew kir muzîkjen

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Îlon 2021 - 03:41

ROJDA AYDIN
JINNEWS/ŞIRNEX

 

Stranbêja ciwan Merve Admîş a ku di zarokatiyê de dest bi xebatên muzîkê dike, û stranbêjiyê dike, dibêje, ew ji muzîka Kurdî gelekî hez dike: “Divê Kurd hemû xwedî li zimanê xwe derkevin. Heger ziman tine bibe, çand û huner jî dê tine bibin. Lewra jî werin em bi hev re çand û hûnerê xwe bi zimanê xwe biparêzin.”

Merve 19 salî ye, di nav malbateke welatparêz de hatiye dinyayê. Merve ji navenda Şirnexê ye, lê ew piştî demekê bi malbata xwe re koçî navçeya Şirnexê Silopiyayê dike. Merve ji zarokatiya xwe ve stranan dibêje. 

Merve, dibêje, bi malbatî dengê wan xweş e: “Dema ez hîn zarok bûm, cara ewilî min stran got. Berê ew telefonên biçûk hebûn. Min ji telefonê li stranên Kurdî guhdarî dikir. Bi taybetî dengbêjiyê bala min dikişand. Li dibistanan ji bo ku di aliyê muzîkê de xwe bi pêş bixim, timî bi mamosteyan re di nav têkiliyê de bûm. Min di warê amûrên muzîkê de jî xwe bi pêş xist. Min cara yekem di aliyê gîtarê de xwe bi pêş xist. Jiyana min tim di nav muzîkê de derbas dibe. Hem li derve û hem li malê min tim stran digotin û li amûrên muzîkê dida.”
 
Botan bi muzîkê tê nasîn 

Merve piçûk bû û li meydana mûzîkê nû bû, lê belê behremendiya Botanê pê re hebeû; Ma ne Botan bi stranên xwe jî tê nasîn! Merve wiha dewam dike: “Botan bi xwe bi stran û mûzîkê tê nasîn. Ji ber vê yekê jî mûzîk gelekî bala gelê Botanê dikişîne. Lê dema li Botanê strabêjeke jin dertê, zêdetir bala wan dikişîne. Ji ber ku hunermendên jin zêde tine ne. Dema stranbêjên jin û ciwan bi pêş dikevin bala civakê dikişîne. hin jinên ku dixwazin bibin stranbêj yan jî mûzîsyen carinan tên astengkirin jî.  Ez niha li ser rêya hunermendan dimeşim û dixwazim bibim hunermendeke baş.”
 
Neheqiyek mezin li me kirine 

Merve tîne ziman ku tişta herî girîng ew e ku stranbêjek bi zimanê xwe stranên xwe bibêje: “Zimanê kurdî zimanê min û dayikê ye. Heger ez îro bi zimanê xwe stranan nebêjim, wê demê ez nebêjim stranbêjim û hûnermend im, çêtir e. Ez ne li dijî zimanê din im. Lê divê mirov bi zimanê xwe stranan bibêje. Ji bo ku ez êş, kêfxweşî, şahî û xemginiya xwe bînim ziman, divê bi zimanê xwe bibêjim. Ji ber ku mirov bi zimanê xwe dikare vê bike. Divê mirov bi zimanê xwe bide nasîn û fêm kirin. Ji zarokatiyê ve neheqiyeke mezin li me jî hatiye kirin. Divê em vê qebûl nekin. Li her derê bi zimanê xwe biaxivin û stranan bibêjin.”
 
Nehêlin zarok bên asîmîlekirin

Merve, di dawiyê de dibêje, perwerdehiya zimanê kurdî di nava malbatê de dest pê dike û wiha dewam dike: “Ji ber vê yekê jî banga min ji malbatê ew e ku bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Divê zimanê kurdî fêrî zarokên xwe bike. Heger zarok di zarokatiyê de bê asîmîlekirin û zimanê xwe fêr nebe, êdî fêrî zimanê xwe nabe. Bila malbat hemû xwedî li zimanê xwe derkevin. Destûrê nedin ku bên asîmîlekirin. Bila çand û hûnerê kurdî fêrî zarokên xwe bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.