Şaredariya Silopiyayê, di çarçoveya bernameya çandê de ji bo jinan dîwana dengbêjan hat danîn.
Şaredariya Silopiyayê, di çarçoveya bernameya çand û hunerê de ji bo jinan dîwana dengbêjan danî. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin tev li bernameyê bûn
Ji hunermendên Ma Musîc Centerê Sarya Aktaş, Eylul Nazlier û Dengbêj Xalîde Kalkan derketin ser dikê. Jinan li ber kilaman govend gerandin.
Bername bi berzkirina dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
ŞIRNEX