BERJÎN KARA / NÛJÎNHA / MEXMÛR
Weke zarokan hemûyan, zarokên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî dixwazin azad û bi lîstikan bijîn. Her çiqas di nava penaberiyê de mezin bûne jî bi qasî derfetan, ji xwe re kêfxweşiyê ava dikin. Bi meraq û kêfxweşiyê reng didin jiyana xwe û bandorê li derdora xwe dikin.
Komek ji zarokên wargeha Mexmûrê, li taxa xwe, di aliyê hunerî de xwe bi pêş dixin. Taxa xwe ji xwe re kirine cihê perwerdeyê. Bi hunerên xwe yên govend, stran û xêzkirina wêneyan, reng didin taxa xwe, ji bo derdora xwe dibin çavkaniya moral û kêfxweşiyê.
Kêfa min ji govendê re tê
Jiyan Unver a ku li taxa xwe hunerê fêrî zarokan dike wiha qala destpêka avakirina koma xwe kir û got: “Min rojek ji hevalên xwe re got ku ez dixwazim komek ava bikim û hûn jî di nav de cihê xwe bigrin û wan jî got em dixwazin di nav de cih bigrin. Me xwe ji roja 15’ê Tebaxê re amede kir, em çûn gel Stêra Zêrîn lê komên wan zêde bûn ji bo wê me koma xwe ava kir. Gelek kêfa min ji dîlanê re tê, ez ji wan re dibêjim wêneyan çêbikin û ew jî guhdariya min dikin. Di nav koma me de cîranên me, zarokên ji taxa me û du xwişkên min hene.”
Dixwazim bibim bijîjk
Yaren Gungen jî got, dema ew bi hevalên xwe re dilîze, pirr kêfxweş dibe: “Bi hevalên xwe re lîstik xweş e, dema ez bi hevalên xwe re dilîzim sebra min tê lê ji ber ku ez li malê tenê me sebra min nayê.”
Afrîn Sezek kêfxweşiya xwe ya ji bo lîstika bi hevalên xwe re wiha anî ziman: “Dema mirov diçe gel hevalên xwe sebra mirov tê û li gel hevalên xwe lîstik û çêkirina wêne pirr xweş e. Ez pitûkên dibistanê dixwînim û xwe fêrî mamikan dikim. Em govendên herêma Botanê digrin, bila zarokên din jî li ser telefonê nelîzin ji ber ku ji çav re nebaş e. Bila waneyên xwe bixebitin, wêneyan çêbikin û li gel hevalên xwe bilîzin.”
Gulê Keklîk destnîşan kir ku ew li şûna li telefonê mêze bikin ji xwe re pirtûkan dixwînin û got: “Dayik û bavê me destûr nadin em bi telefonê re mijûl bibin. Em bi xwe jî naxwazin. Li şûna wê em diçin wêneyan çêdikin û pirtûkan dixwînin. Em wêneyan li ser Rêber Apo, 15’ê Tebaxê û 4’ê Nîsanê çêdikin.”
Adar Keklîk da diyarkirin ku ew her dem dixwaze li gel hevalên xwe bilîze û got: “Ger em ji xwe re bilîzin divê em hemû bi hev re bin. Ji ber ku em bi hev re kêfxweş dibin û gelek xweş e. Ez dixwazim bibim bijîjk.”
Dîmen Unver jî got, ew her sal li ser tiştekî cuda wêneyan çêdikin: “Me li ser 15’ê Tebaxê wêne çêkirin, ji ber ku her sal em li ser tiştekî wêneyan çêdikin, ji bo wê me îsal got bila li ser 15’ê Tebaxê be.”