Deng û awaza şoreşa Kurdistanê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 11 Gulan 2022 - 21:03

  • Şehîd Hozan Mizgîn (navê medenî Gurbet Aydin) yek ji hunermendên Kurd yên şoreşger e û hunerê şoreşgerî û neteweyî bi pêş xistiye. 

Şehîd Hozan Mizgîn (navê medenî Gurbet Aydin) yek ji hunermendên Kurd yên şoreşger e û hunerê şoreşgerî û neteweyî bi pêş xistiye. Her wiha wê bi riya huner civak jî bi rêxistin kiriye. 

Hozan Mizgîn sala 1962’yan li gundê Bileyder a Êlihê tê dinyayê. Beriya darbeya leşkerî ya Tirk a 1980’yî, tevlî nav refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dibe. Li Êliha wê demê ku tevger û sendîkayên bihêz ên karkeran xebat dimeşand, PKK’ê nas dike. Wê demê yek ji damezrînerê PKK’ê Mazlûm Dogan li Êlihê xebatên propagandayê dimeşîne û mal bi mal digere ji bo nasandina PKK’ê. Hozan Mizgîn jî di vê demê de li gel komek ciwanên Êlihê tevlî nav refên PKK’ê dibe. Bi vî awayî dibe jina yekem a ji herêma Êlihê tevlî nava refên PKK’ê bûye.

Mizgîn ji bo perwerdeya îdeolojîk a Tevgera Apoyî, berê xwe dide kampa perwerdê ya Bekaayê. Piştî temamkirina perwerdeya îdeolojîk a PKK’ê, ew ji bo rêxistinkirina xebatên çand û hunerê Kurdî li Ewrûpayê tê wezîfedarkirin. Hozan Mizgîn li gel Hozan Sefkan ji Bekaayê diçe Ewrûpayê. Li gel Hozan Sefkan bingehê ‘Huner-Kom’ û ‘Koma Berxwedan’ê datînin.

Kasetên qedexekirî 

Hozan Mizgîn piştî li Ewrupa dest bi xebatên hunerî û çandî kir, di demeke kurt de gelek stranan çêdike. Hin ji stranên wê yên navdar wiha ne; ‘Hebûn’ ‘Çemê Hêzil’, ‘Lo Hevalo’ û ‘Gundîno Hawar’. Ev berhemên hunerî yên Hozan Mizgîn û avakirina komên stranan bûn yek ji materyalên bihêz ên propagandaya şoreşê. Stranên wê, li Bakurê Kurdistanê qedexe bûn, lê dîsa jî xelkê li kasetên qedexekirî yên Hozan Mizgînê, bi dizî guhdarî dikir.

Yekem fermandara jin e

Hozan Mizgîn piştî xebatên xwe yên serketî yên di warê çand û hunerî de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hozan Mizgîn destpêkê fermandara eyaletê ye li Mêrdînê, paşê li ser pêwîstiyan diçe herêma Xerzan. Hozan Mizgîn, li Xerzanê jî yekem jina fermandar a eyaletê ye.

Li gel birêvebirina şerê çekdarî, xebateke berfireh a propagandaya çekdarî jî li Xerzanê bi pêş dixe.

Teslîmiyetê qebûl nake

Ji bo bikare xwe bigihîne jinên Xerzanê, gelek caran mîna wan çarşefê li xwe dike û xebatên rêxistinkirinê dimeşîne. Hozan Mizgîn li herêmê deng vedide û dibe armanca êrişên dewleta Tirk û nokerên wê. Di 11’ê Gulana 1992’yan de dema ji bo wezîfeyekê dixwaze ji Xerzanê biçe Tetwanê, li ser giliyê sîxûran, dewleta Tirk dor li mala ew lê digire. Hozan Mizgîn ji bo ku dijmin wê negire, ji ber ku teslîmbûnê qebûl nake, bi dermancê xwe şehîd dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

‘Sekna Mizgîn perspektîfa me ye’

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê, şehîd Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) di salvegera 30'î ya şehadeta wê de bi bîr anî.

Komîteyê got, “Yek ji şehîdên leheng ên Gulanê şehîd Mîzgîn e. Hunermenda şoreşger û fermandara efsanewî Gûrbet Aydin, bi navê din Mizgîn, di 11'ê Gulana 1992’yan de li Tetwanê, bi berxwedaneke bi heybet tevlî karwanê nemiran bû. Şehîd Mizgîn li pey xwe modêleke kesayeta jin a azad, hunermend û şoreşger ji bo me hişt. Em di şexsê şehîda nemir heval Mizgîn de tevahî şehîdên xwe bi bîr tînin, soza pêkanîna xeyalên wan dubare dikin.

Îro modernîteya kapîtalîst ji bo nirxên civakê bênirx bike û civakê ji hev belav bike, huner û hunermend weke amureke sereke bi kar tîne. Li şûna feraseta kom, komînalbûn û civakbûnê, takekesiyeke ji disîplîn, felsefeya azadiyê û jiyana watedar qutbûyî, dide pêş. Şehîd Mizgîn di meşa xwe ya pêşengiya jin a milîtanî û pêşengtiya hunermenda civakî û şoreşgerî de li dijî vê feraseta dijcivakî, dijçandî û dijwateyî xeteke azad diyarî me kir.

Em weke gel û tevgera azadiyê îro di hemleya 'Dem Dema Azadiyê ye' de ji bo Rêberê we, ji bo welatê xwe têdikoşin. Gerîlayên qehreman li hember dagirkeriyê bi ruhekî fedaî şer dikin û pergala dijmin parçe dikin. Her hunermend jî pêwist e bi vî ruhê şoreşger tevbigere û têkoşînê mezin bike.

Heval Mizgîn bi sekin û jiyana xwe, bi têkoşîn û şoreşgeriya xwe bû sembola şehîdên tevgera çand û huner a azad. Dîsa 11'ê Gulanê ku salvegera şehadeta şehîd Mizgîn e, weke roja şehîdên tevgera çand û huner hatiye pejirandin û îlankirin.

Em, weke şagirt û hevrêyên şehîd Mizgîn, careke din wê bi bîr tînin û soz didin ku sekna wê ya hunermend, fermandar û jina azad wê bibe perspektîfa me."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.