Deng rûmeta me ne

În 5 Gulan 2023 - 02:25

Meleyên li Kurdistanê û Tirkiyeyê bang li Kurdistaniyan hemûyan kirin ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Mele Îsa Tûran got,"Zext, zilm, înkara li gelê Kurd tê kirin li ti neteweyê nehatiye kirin. Di hilbijatinê de divê em bi ruhê neteweyî dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."

Mele Mûhterem Yildirim jî got, "Dengên me rûmeta me ye" û bang li şêx û meleyên li Kurdistanê kir; "Vê civakê qîmet da we û we bi rûmet kir. Êdî li gelê xwe vegerin û pêşengiyê ji gelê xwe re bikin."

Mele Hecî Kadah anî ziman ku siyaseta înkar û îmhayê dewam dike û got;"Her roj zilm li gelê me tê kirin, mirov têne kuştin, her roj mirov têne girtin. Ji bo rizgariya ji vê yekê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Partiya ku ji bo gelê kurd têkoşîna maf û hiqûqê dimeşîne Partiya Çepên Kesk e. Lewma em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."

 

Ji bo îmanê 14’ê Gulanê girîng e

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî destnîşan kir ku ji bo naskirina nasnameya Kurd û temsîliyeta xurt a gelê Kurd li meclîsê, divê deng ji namzetên Partiya Çepên Kesk re bê dayin.

Mele Yûsûf Yildiz diyar kir ku xwedîderketina li ziman, nasname, kesayet û şerefa xwe wezîfeyeke mirovî û Îslamî ye û got;"Bi hezaran gundên me hatin şewitandin. Bi hezaran mirovên me hatin sirgûnkirin û girtin. Ji bo em vê berpirsyariyê baş vebêjin û bidin fêhmkirin di 14'ê Gulanê de em dengê xwe bidin û berpirsyariya xwe bi cih bînin."

Mele Zahîr Aktaş got;"Ji bo îman, exlaq û baweriyê 14'ê Gulanê rojeke girîng e" û got;"Xweda fermanê dide ku 'alîkariyê bi zaliman re nekin, agirê ku zaliman dişewitîne wê we jî bişewitîne'. Ji ber wê di 14'ê Gulanê de tercîha xwe li aliyê zaliman nekin, li aliyê mezlûman bikin. Dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."

 

Bi bazirganên olê nexapin

Mele Mehmûd Beyazkaya ji bo Partiya Çepên Kesk bang kir û got;"Divê em ji bîr nekin, guhertina vê sîstemê di destê me de ye."

Mele Kasim Ûlûsoy jî bi taybetî bang li xelkê Erzîromê kir û ji wan xwest ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk:"Bi bazirganên li ser olê nexapin. Em dengê xwe bidin partiya xwe. Namzetên me hemû hêja ne."

Mele Şevket Çakir ji her kesî xwest ku dengê xwe bidin, xwedî li îradeya xwe derkevin û got, "14'ê Gulanê ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. 100 sal in ziman, hebûn û çanda me hatin înkarkirin. Ji bo bidawîbûna vê zilmê em dengê xwe bidin."

 

Bi navê olê fitneyê belav dikin

Mele Raûfî Baran bang li gelê Kurd kir û got, "Zêdeyî 20 sal in dîktatorekî kuştina zarokên Kurdan li xwe helal kiriye. Kiryarên vî dîktatorî mîna yên Nemrûd û Fîrewun e. Lewma em dengê xwe bidin xwe, bidin Partiya Çepên Kesk."

Mele Şukru Arslan jî û got;"Ya em ê dewama zilmên AKP'ê bixwazin ya jî em ê dengê xwe ji bo mafên xwe bi kar bînin." Mele Şukru Arslan ji bo Partiya Çepên Kesk banga piştgiriyê kir.

Mele Ahmed Sadîoglû jî anî ziman ku AKP desthilatdariya zilmê ye, bazirganiyê li ser olê dike û got;"Di bin navê olê de fitne û fesadiyê li Rojhilata navîn belav dike. Di 14'ê Gulanê de ji bo hilweşandina vê dîktatoriyê em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."

Mele Şafîî Balî jî anî ziman ku ji bo civaka Kurd di sedsala nû de mafên xwe bi dest bixe, hilbijartin gelekî girîng e û got;"Ji bo ziman, rûmet û çanda xwe, ji bo hemû nirxên xwe em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.