Deng ji CPT’yê nehat ji NY’yê hat

Sêşem 30 Tîrmeh 2024 - 03:05

  • Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica diyar kir rapora Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê di rapora xwe de ya têkildarî dewleta Tirk nîşan daye ku CPT li gorî standartên navneteweyî tevnegeriyaye û wiha got: “Berevajî bêdengiya CPT’yê ya li dijî Îmraliyê, NY’ê sekneke wiha nîşan da. Vê jî da xuyakirin ku CPT li gorî standartên navneteweyî tevnagere û ev yek raxistin ber çavan.‘’

Rûniştina 56’emîn a Konseya Mafên Mirovan (KMM) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 18’ê hezîranê de li paytexta Swîsreyê Cinevê dest pê kir û di 26’ê tîrmehê de bi dawî bû. Rûniştinên Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê (CAT) di 16-17-18’ê tîrmehê de hatin lidarxistin û ji seranserî cîhanê 20 rêxistinên civaka sivîl tev li bûn û raporên xwe yên binpêkirinan pêşkeş kirin. Ji Tirkiyeyê jî Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Weqfa Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) û The World Organisation Against Torture (OMCT) tev li bûn û rapora ji 49 rûpelan pêk tê pêşkeş kirin.  

Di raporê de binpêkirinên li girtîgehan, binpêkirinên li dijî penaber û koçberan, binpêkirinên li dijî çapemeniyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ku 41 meh in agahî jê nayên girtin, di raporê de cih girtin. Piştî pêşkeşkirina raporê, komîteyê ji dewleta Tirk rewşa agahînegirtina ji Îmraliyê, qedexeyên hevdîtina bi parêzer û malbatan re pirs kir û xwest bersivê bide. Şandeya Tirk her çend ku hebûna sepaneke taybet qebûl nekiribe jî, d di parastina xwe de tecrîda li Îmraliyê qebûl kirin.  

Ji parêzerên Abdullah Ocalan parêzer Rezan Sarica ku li ser navê TOHAV’ê tev li rûniştinan bûbû, têkildarî nîqaşên ser tecrîdê û helwesta dewleta Tirk axivî.

Beşa girîng şertên Ocalan bû

Sarica, da zanîn ku rapora xwe ya pêşkeşî komîteyê kirin, tevî 4 rêxistinên civaka sivîl di 4 mehan de amade kirine. Sarica, diyar kir ku di cewhera wê de binpêkirinên di mijara qedexeya îşkenceyê de bûn lê hewcehî pê dîtin ku rewşa binpêkirinên li Tirkiyeyê raxin pêş çavan. Sarica, anî ziman ku beşa herî girîng têkildarî şert û mercên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bû.  

Îmralî derveyî hiqûqê ye?

Bi domdarî Sarica got dema raporên xwe pêşkeş kirin û bi raportoriyan re hevdîtin kirin, bi taybet li ser pergala tecrîdê ya li Îmraliyê sekinîne. Sarica, ‘’Me pirsên weke ‘Gelo Girtîgeha Îmraliyê ji derveyî venêrîna hiqûqê ye?’ û ‘Di nava 13 salan de tenê 5 hevdîtinên bi parêzeran re çêbûne. Gelo mînaka vê li cîhanê heye?’ jê kirin. Me got ku rewşa li Girtîgeha Îmraliyê, çalereşa pergala hiqûqa navneteweyî ye.  

Cezayê disîplînê xapandin e 

Têkildarî “cezayên disiplînê” jî Sarica wiha got: “Me got ku di rapora CPT’yê ya 2020’ê de hatiye destnîşankirin biryarên disiplînê ji ber xapandin û sedemên polîtîk tên dayîn. Me got em dixwazin muxatabeke ku bikare ji bo pergala Îmraliyê çareseriyeke hiqûqî peyda bike bibînin. Me herî dawî got ku ‘cezayê muebbeta girankirî li dijî qedexeya îşkenceyê ye û di vê mijarê de biryarên DMME’yê hene. Me jê re got ku Tirkiye tevî biryarên DMME’yê jî gavan naavêje. ‘’

Raportor gelek pirs kirin 

Di berdewamê de Sarica bal kişand ser helwesta raportoran a têkildarî tecrîda li Îmraliyê û ev tişt anî ziman: “Raportoran di gelek mijaran de ji Tirkiyeyê pirs kirin. Me wisa fêm kir ku raporên me baş xwendibûn û lê serwext bûn. Ji ber ku pirsên kûr kirin. Bêguman yek ji pirsên girîng jî têkildarî birêz Ocalan bû. Şert û mercên birêz Ocalan yekser ji şandeya Tirk pirsîn. 

Bersiva şandeya Tirk 

Sarica, bi lêv kir ku rayedarê Wezareta Dadê têkildarî cezayê “Muebbeta giran” û “cezayê hefsê yê demkî” tiştên di pirtûkan de hatine nivîsandin xwendiye. Sarica bi domdarî got rayedarê wezareta Tirk dema mijar bûyî mercên Ocalan, got ku ‘2’yemîn DGM’a Enqereyê cezayê muebbeta girankirî daye.’ Got ku ‘tevî 3 girtiyan tê ragirtin, mecbûre li gorî rejîma li wir tevbigere nexwe wê cezayê disiplînê lê were birîn, dê serdan bên qedexekirin û di vê mijarê de înîsiyatîf a lijneyên disiplînê ye.’ Di berdewamê de jî cezayên dawî bi bîr xist.  

Bi bersivên xwe  tecrîd qebûl kirin 

Parêzer Sarica anî ziman ku di esasê xwe de wezaretê bi bersivên xwe tecrîd qebûl kiriye û sedema wê wiha vegot: “Anku negotin tecrîd tune ye. Li wir nekarîn bibêjin tecrîd tune ye. Lewma dema mirov ji vî alî ve lê dinere, tenê qala çendek rewşên di mewzûatê de û qedexeya dawî kirin. Heke bigotina ‘tecrîd tune ye’, nedikariyan biparêzin. 

 Şandeya Tirk nekarî bersivê bide 

Sarica, daxuyand ku ji ber bersiva pirsan kêm hate dayîn, raportoran îcar hewcehî pê dîtin pirsên yekser ên têkildarî rewşa li Îmraliyê bikin. Sarica, wiha domand: ‘’Beriya niha têkildarî Qeydên Nelson Mandela ji bo rewşa girtiyan pirsa ‘biryarên pêşniyarê çawa tên cîbicîkirin’ hatibû kirin. Lê belê îcar bi hûr kûr û pirsgirêkên şênber hate pirsîn. Lê şandeya Tirkiyeyê nekarî bersivê bide. Bi nebersivandina pirsan re gotinên xwe jî vala derxistin.”  

Dengê ku ji CPT’yê nehat ji NY’yê hat 

Piştî rûniştinan, komîteyê rapora xwe ya çavdêriyê eşkere kir. Sarica, têkildarî raporê ev tişt anî ziman: “Tespît û pêşniyarên komîteyê yên ji bo Îmraliyê ji bo me pir girîng in. Ji ber ku tespîtên weke; rewşa li Îmraliyê li dijî qedexeya îşkenceyê ya NY’ê ye, ne li gorî hiqûq û standartên navneteweyî ye, mercên giran didomin û fikarên zêde hene, hatine kirin. Mekanîzmayeke navneteweyî vê rewşê qebûl nake lewma seknekî girîng e.  

Di vê çarçoveyê de pêşniyar hat kirin ku tavilê rewşa agahînegirtina li Îmraliyê bê bidawîkirin, parêzer tev li pêvajoya hiqûqî bibin û mafên wan ên serdanan bên cîbicîkirin. Her wiha hat pêşniyarkirin ku cezayê heta dawiya emr bê bidawîkirin û li gorî biryarên dadgehên navneteweyî be. Dengê ku me dixwest ji CPT’yê derkeve, ji hêlekê ve ji NY’ê deket. Tespîteke di qada navneteweyî de û pêşniyarên şênber. Berevajî bêdengiya CPT’yê ya li dijî Îmraliyê, NY’ê seknekî wiha nîşan da. Vê jî da xuyakirin ku CPT li gorî standartên navneteweyî tevnagere û ev yek raxistin ber çavan. Komîte bi parastinên Tirkiyeyê qaneh nebû lewma gotin ku ev şert û merc nayên qebûlkirin. 

MA/ÎBRAHÎM IRMAK/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.