Bavê girtî Emre Can Demîr ê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Hasan Demîr bang li her kesî kir ku deng bidin qîrîna li girtîgehan.
Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan 21 sal in bênavber didomin û dikeve 22’an. Li zindanan girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi armanca dawîanîna li tecrîdê û qedandina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji 27’ê Mijdara 2020’an ve di greva birçîbûnê ya bê dawî û bi dor de ne. Greva birçîbûnê bi koma 15’emîn di roja 76’an de didome. Yek ji van girtiyên di greva birçîbûnê de ye jî Emre Can Demîr ê li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H dimîne ye. Demîr ji kanûna sala 2016’an ve girtî ye û 50 caran cezayê girankirî yê heta hetayê lê hatiye birîn. Demîr di sala 2018 û 2019’an de jî 106 roj di greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê da mabû.
Bavê Demîr, Hasan Demîr diyar kir ku ew ê bi her awayî piştevaniya berxwedana zarokên xwe bikin û divê daxwazên wan tavilê werin cih.
Demîr da zanîn ku ew û kurê xwe li Stenbolê di serdegirtina malê de tên binçavkirin wan dibin Antalyayê û li wir mehek êşkence li wan tê kirin û li ber çavê wî êşkence li kurê wî hatiye kirin. Demîr got ew piştî 4 mehan hatiye berdan û lê 50 car cezayê girankirî yê heta hetayê li kurê wî hatiye birîn.
MA/DERSIM