Filmê Mehmet Alî Konar ê bi navê “Demo ke Pelê Gozan Benî Zer” (Dema Pelên Gûzan Zer Dibin) promiyera xwe ya li Îtalyayê li Festîvala Ischa ya Filman a 22’an pêk tîne.
Ev film filmê dawî yê Mehmet Alî Konar e û filmekî metrajedirêj e. Wî berê filmên bi navê “Hewno Bê Reng” û “Daweta Alî û Zîn” jî çêkiribû ku ew jî metrajedirêj bûn.
Filmê “Demo ke Pelê Gozan Benî Zer” di 30’yê Hezîrana 2024’an de ew ê di çarçoveya pêşbirka fermî ya festîvalê de li Castele Aragonese were nîşandan.
NAVENDA NÛÇEYAN