- MXDŞ´ê piştî civîna awarte kampanyaya 'Bes e ji qirkirin û fermanan re, dema xweseriyê ye' da destpêkirin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji bo pêvajoya dawî ya li Şengal û Iraqê binirxîne bi awarte civiya. Di civînê rêveberiya Meclîsa Xweser, endam û xelkê Şengalê di bin dirûşmeya 'Bes e ji qirkirin û fermanan re, dema xweseriyê ye' amade bûn. Di civînê de pêvajoya siyasî, qeyran û aloziyên li Şengal, Iraq û herêmê pêk tên hatin gotûbêjkirin. Civîna MXDŞ’ê ya danekî rojê dewam kirî bi danezanekê encamnameya wê hate eşkerekirin û plansaziya dema pêş hate ragihandin.
Di danezanê de hilbijartina dema bê ya li Iraqê tê bi bîr xistin û ji Iraqê dixwaze şaşiê neke û çareseriyê li ser bingehê naskirina mafên gelan bibîne.
Ji PDKê re jî tê gotin, Êzdî di nava lepên çeteyan de hiştine û ji ber vê mafê wê nîne li ser Êzdiyan biaxive û li ser navê wan bazarê bik û tê gotin, Hêza rewa ya Şengal û Êzidiyan, YBŞ-YJŞ, asayîşa êzidxanê û sazî û dezgehên MXDŞ’ê ne. Divê hêz partiyên Kurdistanî hemû ji bo xweseriya Şengal-Êzidxanê bi me re kar û xebat bikin.
Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku di çarçoveya bûyer û rûdanan de di bin dirûşmeya ‘Bese ji qirkirin û fermanan re dema xweseriyê ye’ pêngaveke nû dane destpêkirin û lewma wê di çarçoveya siyasî û dîplomasî de dê bi hikumeta federal a Kurdistanê û hêzên Kurdistanî re, hêzên navdewletî û saziyên demokratîk re hevdîtinan bikin.
ROJNEWS/ŞENGAL