Dema xwendinê li zanîngehan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 18 Cotmeh 2024 - 00:48

Li 3 zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û peymangehên girêdayî desteyên Rêveberiya Xweser 2 hezar û 193 xwendekar hatin qebûlkirin. Pêvajoya qebûlkirina xwendekaran ya ji bo sala nû (2024-2025) a zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meha Tebaxê de dest pê kiribû û destpêka Cotmehê de bi dawî bû. Xwendekarên ku dê nû zanîngehê bikin, di beşên zanistî û pîşeyî de tevlî ezmûnan bûn û li gorî encamên ezmûnan li fakulte û peyamangehan hatin bicihkirin. Li gorî agahiyên ku Hevserokê Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelîl Elî dane hejmara xwendekarên ku hatine qebûlkirin, li Zanîngeha Rojava 827, Zanîngeha Kobanê 435 û Zanîngeha El-Şerq 326 xwendekar in. Li kêlek fakulte û peymangehên girêdayî zanîngehan, li herêmê peymangehên girêdayî desteyên perwerde, çandê û tenduristiyê yên Rêveberiya Xweser jî hene. Li Peymangehên Amadekariya Mamosteyan ên Qamişlo, Hesekê û Şehbayê yên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê 494 xwendekar hatine qebûlkirin.

Li Peymangehên Tenduristiyê yên Şehba û Hesekê 45 xwendekar hatine qebûlkirin. Li Peymangeha Bilind a Hunerî jî 66 xwendekar hatine qebûlkirin. Di sala xwendinê ya 2024-2025 nêzî 2 hezar û 721 xwendekar li Zanîngeha Rojava, hezar û 459 xwendekar li Zanîngeha Kobanê û 595 xwendekar li Zanîngeha El-Şerq dixwînin. Li zanîngehan 6`ê Cotmehê dewama xwendekaran dest pê kir.

ANHA/SÎMA BIROKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.