Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li mîtînga Yeşil Sol Parti ya li Îdirê axivî û got, "Dem ne dema xeyd û rûniştina li malê ye. Dem dema têkbirina faşîzmê ye. Kes nikare Partiya Çep a Kesk rawestîne."

Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) li Îdirê bi beşdariya xelkê navçê mîtîngek li dar xist. Mîtîng li meydana şaredariyê pêk hat û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ji xelkê re axivî. Li meydana mîtîngê ciwanan dirûşma "Deşta Îdirê hêlîna Apoyiyan e" got.

Piştî axaftina destpêkê ya aktîvîsta TJA'yê Neslîhan Şedal, namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Îdirê, Aysel Aras axivî. Aysel Aras diyar kir ku ew bi pêşengiya jinan ji bo avakirina jiyaneke nû tên û got, "Hikûmeta heyî destketiyên jinan hemû tine kirine. Lê jina xurt civaka xurt e. Em ê hesabê kiryarên li dijî jinan bipirsin û bi jinan biguherînin."

 

Erdogan û AKP dîn bi kar tînin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî got, ew ê desthilatdariya heyî di 14'ê Gulanê de têk bibin.

Bûldan bêexlaqiya kampanyaya AKP´ê û Erdoigan bi bîr xist û got, "AKP'ê careke din dest bi derewan û îftirayan kir. Her roj hewl dide me reş bike, gefan dixwe, heqaretê dike û bi vî rengî karê hilbijartinê dimeşîne. AKP dîn jî ji bo siyasetê mîna amûrekî bi kar tîne. Erdogan xwe weke pêxember dibîne. Bêguman 14'ê Gulanê, em ê pêşî li wan bigirin, em ê wan bişînin cihê ku jê hatine."

Bûldan got, gelê Îdirê wê careke din xwedî li îradeya xwe derkeve: "Roj ne roja xeydê ye, ne dema rûniştina li malê ye. Dem dema têkbirina faşîzmê ye. Dem dema yekîtî û hevgirtinê ye. Heger em karibin vê bi ser bixin, hingî em ê li Îdirê her du wekîlan jî bi dest bixin. Careke din dibêjim, li Îdirê demokrasî 2, faşîzm 3."

Bûldan herî dawî bang li hilbijêran kir da ku dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.”