Dema meşa li Elmanyayê diyar bû
În 24 Çile 2025 - 03:28
Çalakiya 'Meşa Dirêj' a îsal wê di navbera 9-14'ê Sibatê de ji bajarê Heilbronn ê Elmanyayê heta bajarê Freiburgê bê lidarxistin. Çalakî wê 15'ê Sibatê bi Meşa Mezin a li bajarê Strasbourg ê Fransayê dewam bike.
Ji bo meşa ku wê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê lidarxistin bang hate kirin. Di bangawaziyê de ji ciwanan hate xwestin ku bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' beşdarî meşê bibin. Tê payin ku ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Îngilistan û welatên din ên Ewropayê bi sedan ciwan tevlî meşê bibin.
Wê balê bikşînin ser komployê
Di roja destpêkê ya meşê de ku wê ji bajarê Heilbronn ê Elmanyayê destpê bike û heta bajarê Freiburgê dewam bike, wê Komploya Navneteweyî bê nirxandin. Komîteya Amadekar têkildarî çalakiyê daxuyaniyek da û got, "Em Komploya Navneteweyî şermezar dikin ku li hemberî Rêber Apo hate kirin. Li hemberî vê komployê ku ji aliyê hêzên Gladio ve hate kirin em ê bibin yek û dîwarên sîstema qirker û îşkenceyê ya Îmraliyê hilweşînin. Li dijî faşîzm û mêtingeriyê em ê bi dirûşma 'Kes nikare roja me tarî bike' em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin."
Dem û cihê çalakiyê
* Cihê kombûnê: Landturmstrasse 4, 74080 Heilbronn, Almanya
* Dema kombûnê: 10:00
* Agahiyên li ser pêwendîdanînê:
E-mail: mesa_direj@proton.me
Instagram: @mesa.direj2025
Telegram: @mesadirej2025
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN