Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) têkildarî tendûristiya Rêber Abdullah Ocalan bang li CPT´yê û saziyên mafên mirovan kir da ku li rewşa Îmraliyê bikolin.

Komîteyê li wargehê li ser mijarê daxuyaniyek da. Endama KomîteyaTenduristiyê Bêrîvan Unver daxuyanî xwend.

Komîeteyê bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan aktorê sereke ye ji bo pêvajoyên çareseriyê li Kurdistanê: “Li Îmraliyê êşkence û tecrîd sîstemîk tê kirin. Di nav tecrîdê de tecrîd hatiye girankirin. Mafê xwezayî yê ji bo her girtiyî weke pêkanîna hevdîtina li gel malbatê û parêzeran bi mehan û salan têne astengkirin. Herî dawî piştî şewata li girava Îmraliyê ya Sibata 2020’an, parezerên wî karîne 3’yê Adara 2020’an pê re hevdîtinê bikin. Ji hingê ve mafê hevdîtinê nedane Rêber Apo.

Weke xebatkarên tenduristiya wargehê, em hemû aliyên peywendîdar vedixwînîn da ku erkên xwe bi cih bînin. Her wiha bangawaziya me ji bo Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) heye ku demildest li girava Îmraliyê lêkolîneke berfireh bike û encama wê bi raya giştî û gelê Kurd re parve bike. CPT û saziyên mafê mirovan ev mijar paş guh kirine. CPT bi erka xwe ranebûye. Em careke din bang li saziyên mafê mirovan û CPT´yê dikin da ku li ser rewşa Rêber Apo, bi erka xwe rabin. Ji ber ku êdî dem dema azadkirina Rêber Apo ye.”

ROJNEWS/MEXMÛR