• Di çarçoeveya "Pêngava Dem dema Azadiyê ye" de dîasporaya Kurd li seranserê dinyayê çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de doza azadiya Ocalan hat kirin, tecrîd hat protestokirin û çalakgeran destek da greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê.

Li bajarên Elmanyayê Berlîn, Hamburg, Nurnberg, Stuttgart, Kiel, Koln, Darmstadt û Saarbruckenê, li bajarên Fransayê Parîs, Bordeaux, Marsilya û Toulousê, li paytexta Belçîka Brukselê, li Paytexta Ingilîstanê Londonê, li bajarê Swêdê Orebro, li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê, li bajarên Awustralyayê Sydney û Melbournê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

HAMBURG: Bi pêngava Azadî ji Ocalan re li bajarê Elmanyayê Hamburgê meşek hat organîzekirin. Meşê ji semta Altona dest pê kir. Nûnerê KNK´ê li vir beriya meşê got, ew bi meşa xwe balê dikşînin ser tecrîdkirina Ocalan û doza azadiya wî dikin. Nivîskar û çalakvan Anja Flach jî bal bire ser binpêkirina mafan li Kurdistanê û got, heta Ocalan azad bibe têkoşîn wê dewam bike. Bi pankartên hatin hilgirtin hat gotin, “PKK berxwedana e”, “tecrîd êdî bes e”, “Statuya Şengalê nas bikin”. Meş li semta Sternschanze bi dawî bû.

NURNBERG: Kurdstaniyan li meydana Kormnmarktê ya Nurnbergê jî tecrîdkirina Ocaln protesto kir. Xwepêşanderan bi sloganên "Em Ocalan azad bikin", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok Jiyan nabe" merama xwe îfade kir.

STUTTGART: Bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û NCDK a Stuttgartê li Rotebuhlplatzê mîtêngek hat lidarxistin. Di çalakiyê de tecrîdkirina Ocalan hat protestokirin û ji CPT´yê hat xwestin bi erka xwe rabe. Bi nîşandana sînevzyoneke bi Elmanî jî ji xelkê re siyaseta tecrîdê û tecrîdkirina Ocalan hat ravekirin.

KIEL: Li bajarê bakurê Elmanyayê Kielê jî Kurdistaniyan tevî AGÎF, Înîsiyatîfa Rojava a Kielê û Kiel Jiyana Jin bal bire ser grevên birçîbûnê yên li hepsan û tercîdkirina Ocalan. Çalakgeran pankarata li ser nivîsandî "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" hilgirtibû, û polêsan xwest vê pankartê asteng bikin. Ji ber vê aloziyek dem kurt da der.

SAARBRUCKEN: Li ber Şanoya Bajêr a Saarbruckenê Kurdistaniyan binpêkirinên mafan ên li dijî Kurdan û tecrîdkirina Rêber Ocalan protesto kir. Çalakgeran paşvexistina biryara Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ya cezakirina Tirkiyeyê rûreş kir.

DARMSTADT: NCDK a Darmstadtê bi şîara “Ji Ocalan re azadî, ji Şengalê re statu” mîtîngek hat lidarxistin.

BERLÎN: Kurdistanî, komên Ermen û dostên wan li meydana Hermanplatz a Berlîna Elmanyayê hatin ba hev û li dijî dîktatoriyê çalakiyek li dar xist.
Çalakgera YXK’ê di çalakiyê de axivî û got, “Emperyalîstên ku bi feraseta DAIŞ’ê êrişî me dikin, ji ber ku ji me ditirsin, ciwanên me krîmînalîze dikin. Lê divê baş were zanîn, em ê li her derê dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re xurt bikin û têkoşînê geş bikin.” Piştî mîtîngê meşek hat lidarxistin.

PARÎS: Li paytexta Fransayê Parîsê ji bo protestokirina tecrîda giran a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer çalakiyek hate lidarxistin. Ciwan li pêşiya Gara Parîsê kom bûn. Ciwanan meşa xwe bi stran û sirûdan domand û bi saya dûmanên rengîn bala kesên derdorê kişandin ser çalakiya xwe. Meş heta bi Meydana  Stalîngradê domiya û li ser navê saziyan axaftin hate kirin.

MARSÎLYA: Li Marsîlyayê jî bi pêşengiya TCŞ’ê ji bo balbirina ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jî çalakiyeke dîtbarî hate kirin. Saet 18.00’an Kurd û dostên wan li meydana Jouliette hatin ba hev û belavok belav kirin.
Vîdeoya li ser Rêber Ocalan û PKK’ê jî li ser dîwarê avahiya li kêleka konsolosxaneya Elman a li meydanê hate nîşandan.

TOULOUSE: Tecrîda li ser Ocalan li Toulousê bi çalakiyekê hate protestokirin. Hevserokên NCDK a vê derê tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û wan xwest CPT peywira xwe bi cih bîne.

BORDEAUX: Li bajarê Bordeauxê jî tecrîda giran a li ser Ocalan bi meşê hate protestokirin.

BRUKSEL: Li paytexta Belçîkayê li pêşiya Parlementoya Ewrûpayê di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de çalakê hat kirin. Çalakî bi pêşengiya NAV-BEL û YJK-BE´yê bû.

LONDON: Bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd li meydana herî şên a paytesxta Ingilîstanê Londonê yanî li Piccadilly Circusê tecrîdkirina Ocalan hat protestokirin. Çalakgeran her wiha xwest Erdoganê dîktator were darizandin.

OREBRO: Le bajarê Orebro yê Swêdê bi munasebeta Roja Cîhanê a Mafê Mirovan çalakiyek hat li darxistin. Di çalakiyê de pankartên ji bo azadiya Rêber Ocalan hatin hilgirtin.

HELSÎNKÎ: Li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê, kampanya "Azadî ji Ocalan" didome. Li ser pirên rêyên Helsînkiyê pankartên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

SYDNEY: Li bajarê Awusturalyayê Syndneyê bi pêşengiya Komîteya Jinan a Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk tecrîdkirina Ocalan hate protestokirin û berxwedana grevên birçîbûnê hate silavkirin. 
Kurdistaniyên li Melboûrne dijîn li dijî tecrîdê çalakî kir û berxwedêrên zindanan silav kirin.

MELBOURNE: Kurdistanî û dostên wan li bajarê Awustralyayê Melbourne, li dijî tecrîdkirina Ocalan û qirkirina jinan çalakiyek kir.

BERLÎN