DEM: Kurdî xeta sohr û jêneger

Duşem 12 Sibat 2024 - 00:15

DEM Partiyê Kurdî weke ‘’xeta sohr’’ bi nav kir û xwest ku zimanê Kurdî bibe xwedî statûyeke fermî.

Hevberdevkên Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê, banga xwedîderketina li zimanê Kurdî kirin.

Hevberedvkan gotin bêyî Kurdî Kurd û Kurdistan jî nabin û gotin,’’Em DEM Partî, vîna bi milyonan Kurd, serbestî û azadiya zimanê Kurdî ya li her qadê dixwazin û ji bo wê têdikoşin. Ev ji bo me xeteke sor û jêneger e. Li ser vê bingehê em perwerdehiya bi zimanê Kurdî dixwazin. Divê ji pêşdibistanan heta zanîngehan li her qadên fermî û civakî zimanê Kurdî serbest û azad be. Divê zimanê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî. Ji bo vê jî çi pêwîst be divê bê kirin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.