• KCK dibêje, ji bo dawî li xeteriyan bînin, ji bo jiyana azad û demokratîk biafirînin, ji 12'ê Îlonê û pê ve li Kurdistanê û li her welatên ku Kurd lê ne, bi dirûşma 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' dest bi pêngavekê dike.

Konseya Rêveber a KCKê bi daxuyaniyekê ragihand ku pêngaveke nû ya berxwedan û têkoşînê ji 12ʼê Îlonê û pê ve li Kurdistanê û li her devera Kurd lê ne, bi ser navê “Bes e, ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye.”
KCK di daxuyaniya xwe ya berfireh de qala Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dike û dibêje, ev şerê 1991ʼê bi dagirkeriya Saddam a Kuweytê destpêkirî û bi destwerdana leşkerî ya Emerîka û hevalbendên wê ya herêmê 30 sal in dewam dike û di nava van salan de bi mîlyonan mirov hatine kuştin û birîndar bûne; bi mîlyonan mirov koçber bûne û bê cih û war bûne; û ev şer dewam dike.
Di daxuyaniyê de li ser cihê dewleta Tirk di nava vî şerî de weha tê gotin: “Yek ji aktorên sereke ku yekser an jî neyekser tevlî Şerê Cîhanê yê 3'emîn ê li Rojhilata Navîn dibe, dewleta Tirk a bi desthilatdariya tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ye. Piştî komploya navneteweyî ya ku DYE'yê beriya destwerdana berfireh a li Rojhilata Navîn li dijî Rêber Apo pêk anî, AKP anîn ser desthilatdariyê. DYE'yê dixwest, di destwerdana Rojhilata Navîn de Tirkiyeyê bi kar bîne ku partiyeke hevkar a Îslamiya siyasî lê desthilatdar e.”

Ev meseleyeke manûnemanê ye

KCK di vê qonaxê de dûrûdirêj qala hesabên dewleta Tirk ên qirkirina gelê Kurd û têkbirina PKKê dike û tîne ziman ku dewleta Tirk piştî ku dît nikare PKK bi rêbazên şerê taybet û psîkolojîk têk bibe, di havîna 2014'an de Plana Têkbirinê xist dewrê û ev biryar 31'ê Cotmeha 2014'an di civîna MGK'ê de da.
KCK diyar dike ku Plana Têkbirinê ya 2014'an ne tenê êrişa ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e, di heman demê de li ser bingeha tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd plana dagirkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye û bi vî awayî dewleta Tirk bi xeyala Osmaniya Nû rabûye. Êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava, avakirina bi dehan baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ku xwe gihandiye heta nêzî Mûsilê, bombardûmana bênavber a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal, Mexmûr û Şehrezorê, daxwaza dagirkirina qadên çiyayî yên herî stratejîk ên Başûrê Kurdistanê weke nîşane û delîlên vê rastiyê têne destnîşankirin.
KCK di vê çarçoveyê de weha dibêje: “Lewma êriş û polîtîkayên dewleta Tirk gelê Kurd hemûyî eleqedar dike. Di rewşa heyî de gelê me û hêzên siyasî yên li hemû parçeyên Kurdistanê, divê helwest û têkoşîna xwe ya esasî li dijî dewleta Tirk bimeşînin. Eger polîtîka û êrişên dewleta Tirk ji aliyê Kurdistaniyan hemûyan ve weke pirsgirêkeke man-nemanê neyê dîtin, ne polîtîkayeke rast dikare bê meşandin, ne jî têkoşîneke ku karibe pêşî li qirkirinê bigire bê kirin. Wê rewşeke metirsîdar a ji pergala piştî Şerê Cîhanê yê 1'emîn ava bû bêhtir xetere rû bide.”

Bi hevgirtin û tifaqê dibe

KCK ji bo pêşîgirtina li vê êrişa qirkirinê îşaret bi girîngiya hevgirtin û tifaqê dike û dibêje; “Eger Kurd yekîtiya xwe xurt bikin, eger rastiya dijmin baş nas bikin, polîtîkayeke rast bimeşînin û têkoşîneke bi bandor bidin, wê di nava şert û mercên heyî yên Rojhilata Navîn de bibin ew hêz ku herî zêde bi ser ketiye û ev derfet hene.
Dewleta Tirk ne tenê dijminê Bakurê Kurdistanê ye, dijminê sereke yê hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ev rastî li Kurdan ferz dike ku li dijî dewleta Tirk li hemû parçeyan têkoşînê bimeşîne. Nepêkane ku bi têkoşîneke ji rêzê û ji hev parçebûyî bersiva êrişên dewleta Tirk a mêhtinger qirker bê dayîn. Eger Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat têkoşîneke hevpar û paralel di asta pêngavî de bimeşînin hingî ev êrişên dewleta Tirk dikarin bên têkbirin; ev mêtingeriya qirker êrişkar dikare bê hilweşandin û metirsiya li ser gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji holê bê rakirin.

Derfetên serketinê hene

Firsendeke bi vî rengî li pêşiya Kurdan û hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn e. Kurd û hêzên demokrasiyê wê bi serketineke mezin ji nava vê pêvajoya avabûnê ya kaosa Rojhilata Navîn derkevin. Konseya me ya rêveber û nûnerên rêxistin û saziyên me yên girîng di pêvajoyeke wiha de li hev kom bûn, derfetên serketinê û metirsiyên heyî bi berfirehî nirxandin û biryarên girîng dan. Di çarçoveya van biryaran de ji bo metirsî bên beralîkirin, ji bo jiyana azad û demokratîk bê afirandin, li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat û li her welatên ku Kurd lê ne, bi dirûşma 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' di 12'ê Îlonê de em dest bi pêngava demokratîk şoreşger dikin. Armanca vê pêngavê hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê ye.”

Divê her kes beşdar bibe

KCK di vê çarçoveyê de li gorî beşên Kurdistanê û deverên Kurd lê ne, erk û wezîfeyan, awayên çalakiyan destnîşan dike, balê dikişîne ser erka ciwan û jinan a pêşeng di nava pêvajoyê de û bang li hêz û rêxistinên civakî û demokratîk hemûyan dike cihê xwe di vê pêngava dîrokî de bigirin û dibêje: “Têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ya li Tirkiyeyê, têkoşîna ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Dema ku Rojhilata Navîn demokratîk bû wê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya cîhanê jî xurt bibe, bi pêş ve biçe. Li ser vê bingehê em bang li we dikin ku tevlî pêngavê bibin.”


ANF/BEHDÎNAN