Delîleke din a xiyaneta PDK’ê

Pêncşem 7 Adar 2024 - 00:53

MERYEM ELÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Heya niha gelek pêşengên civaka Êzîdî di encama karên hevbeş yên MÎT-Parastinê de li Şengalê hatine şehîdkirin. Di li xwe mikurhatinên sîxurên ku civaka Êzidî ji wan re dibêje, “Dijminê Kokê’ de jî derketibû holê ku PDK û MÎT’a Tirk, zarokên Êzîdî û pêşengên wan şehîd kirine. Bi hinek agahiyên din yên nû hevkariyeke din a şîrketa Barzaniyan Korek Telekomê, eşkere bû. Li gorî agahiyan, hêzên ewlekariya Şengalê di van demên dawiyê de di encama lêkolîn û lêgerîna taybet de dest daniye ser GPS’ên di nava wesayîtên xelkê de hatine bicîh kirin.

Kesekî ku ajokariyê ji saziyeke Şengalê re dike, ji ber sedemên ewlehiyê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, got:“Dema min wesayîta xwe şuşt, min ferq kir tiştek ne asayî heye. Dema min kontrol kir, min dît GPS bi wesayîtê ve hatiye kirin.”

Çavkaniyê diyar kir, GPS bi rêya karta Korekê di nava wesayîtê de hatiye bicîhkirin û ji bo vê bi taybet SIM kartên Korekê bikar tînin. Çavkaniyê taybet, çend wêneyên ku li GPS’ê hatibû bicîhkirin, parve kir. Çavkaniyek ji nava hêzên ewlekariyê jî, piştrast kir ku dewleta Tirk ji bo GPS’an SIM kartên Korekê bikar tîne û di van demên dawiyê de hem li ser giliyên xelkê hem jî di encama lêgerînên wan de derketiye holê ku ji bo aktîfkirina sîstema GPS’an bi taybet kartên Korekê bikar tînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Korek Telecom a Fermandarê Pêşmergeyên Zêrevanî Sîrwan Barzanî ye û berpirsê şîrketê kesekî serbazî ye û bikaranîna SIM kartan bêyî destûra berpirsê şîrketê ne mûmkîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.