Dek û dolabên PDK’ê

În 3 Sibat 2023 - 02:28

ÊZDÎN ŞENGALÎ/ROJNEWS/ ŞENGAL

 

Di 15’ê Hezîrana 2022’yan de li nehiya Sinûnê ya ser bi Şengalê, MÎT û Parastinê pîlaneke nû xistin meriyetê. Hingê hedefa wan Meclîsa Gel a Sinûnê bû û planeke berfireh dan pêşiya xwe. Seed Casim di mikurhatinên xwe de bi awayekî zelal behsa vê pîlanê dike û dibêje: “Hedefa vê êrişê ew bû ku bi dehan kes werin kuştin û bikin ku gelê Sinûnê li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser rabe.”

 

Dixwazin gelek kesan qetl bikin

Ji bo vê pîlanê, MÎT mayînekê digihîne ber destê wan. Ji bo êrişa li hemberî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Dijwar Feqîr jî mayînek di destê wan de heye. Piştî ku mayînan amade dikin, dest bi şopandina Meclîsa Gel a Sinûnê dikin. Seed û Selah cihê meclîsê li ser xerîteyê tespît dikin û ji Ehmed (rêveberê MÎT´ê) re dişînin. Ji bo vê êrişê sîxurekî din jî tevlî kar dikin, Fadil Cemîl Mirad ku ew jî ji Xanesorê ye û kurmamê Seed Casim e.

Hem di erdê re hem ji hewayê meclîsê dixin bin çavdêriyê.

Seed rojane diçe meclîsê û navê kesên li meclîsê digihîne Ehmed. Ehmed, ji wan sûretên odeyên meclîsê dixwaze, bi taybet odeya ku mêvan diçin û tên. Hedef ew e ku hejmarek zêde şehîd û birîndar çêbin da ku karibin pîlana xwe bixin meriyetê. 

 

Sîxur jî di teqînê de birîndar dibe

Piştî çend rojên şopandinê, Ehmed fermanê dide Seed da ku tevî Fadil 2 mayînan li meclîsê bi cih bikin. Seed û Fadil nîvê şevekê diçin, Seed ji milê piştê ve di ser dîwar re dikeve meclîsê. Her 2 mayînan li odeya mêvanan di bin paldankan de bi cih dikin. Piştî mayînan bi cih dikin, li benda rojeke guncaw dimînin ku hejmareke qerebalix li meclîsê kom bibe.

Ehmed fermanê dide ku 15’ê Hezîranê meclîsê biteqînin. Selah diçe meclîsê û Fadil jî li derdora meclîsê disekine. Selah diçe nav meclîsê da ku tespît bike ka çend kes û kî li meclîsê amade ne, wêneyan dikişîne û bi telefonê ji Ehmed re dişîne. Plansazî ew e ku Selah ji meclîsê derkeve, Fadil mayînan biteqîne. Lê beriya ku Selah ji meclîsê derkeve, Fadil mayînan diteqîne. Bi vi awayî Selah jî di teqînê de birîndar dibe.

 

Pereyê sîxur nadinê

Piştî Selah birîndar dibe, Ehmed lê digere û jê dixwaze xwe bigihîne Zilkanê (baregeha dewleta Tirk) da ku wî veguhezin Tirkiyeyê ji bo dermankirinê. Ji bo vê êrişê jî Ehmed ji MÎT’ê 10 hezar dolaran digire. Ji ber ku heqê Fadil nadin wî, Fadil pişta xwe dide wan û mala xwe jî bar dike Silêmaniyê.

 

PDK komên xwe dixe tevgerê

Piştî teqînê qonaxa duyemîn a planê bi destê PDK’ê dikeve meriyetê. Ragihandina şerê taybet a PDK’ê dest bi weşaneke taybet dike û dibêje baregeheke YBŞ’ê hedef hatiye girtin. Hema piştî teqînê, hêzên dij-terorê yên PDK’ê jî daxuyaniyekê belav dikin û dibêjin, êriş li dijî baregeha PKK’ê ya li Sinûnê hatiye kirin. Bi van daxuyaniyan hem dixwazin rastiya êrişê veşêrin hem jî zemîna provokasyonê amade bikin. Wê demê komên girêdayî PDK’ê ku berê hatibûn birêxistinkirin jî dest bi liv û tevgerê dikin, dora meclis û asayîşê digirin.

 

Heyder Şeşo li pîlana PDK’ê mukir hat

Jixwe, daxuyaniya Heyder Şeşo ya piştî teqînê, weke îtirafa vê pîlanê ye. Heyder Şeşo hema piştî êrişê ji medya PDK’ê re axivî û di nav toz û dûxana êrişê de li ser meclîsê agahiyên berfireh dan ku xuyabû haya wî ji vê êrişê û plansaziya wê heye. Heyder Şeşo bêyî ku hay jê hebe, pîlana PDK’ê eşkere kir û got, “Heya roja duşemê mohlet dane asayîşê da ku ji Sinûnê derkeve, heger dernekevin, wê meş û çalaki li dijî wan dest pê bikin. Û ez bawer dikim heger dernekevin wê pirsgirêk derkevin.” Bi vê daxuyaniyê re hemwext, komên girêdayî PDK’ê dora meclîsê û asayîşa Êzîdxanê girtin, xwestin asayîş ji Sinûnê derkeve.

 

MXDŞ’ê îşaret bi civîna Hewlêrê kiribû

Xuya bû pîlaneke qirêj bi destê MÎT, PDK û kesên weke Heyder Şeşo ketiye meriyetê. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî yekser bi daxuyaniyeke nivîskî hesabê qirêj ê vê pîlanê ji raya giştî re eşkere kir û bang li gel kir da ku li dijî pîlana PDK’ê û MÎT’ê hişyar bin, li dora sazî û dezgehên xwe kom bibin. MXDŞ’ê da zanîn ku ev êriş pîlansaziyeke MÎT û Parastinê ye, beriya êrişê bi çend rojan li Hewlêrê civîneke li ser Şengalê çêbûye û ev plansazî di wê civînê de hatiye danîn.

 

 

Mukirhatinên sîxuran pîlan eşkere kir

Piştî îtirafên Seed Casim û Selah Berces ku di vê êrişê de cihê xwe girtine, bi her awayî ev plan zelal bûye û rastiya daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî derketiye holê. Ji îtirafên sîxuran xuya dibe ku dewleta Tirk û PDK’ê sala 2022’yan weke sala hilweşandina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê pîlan kirine. Plana ku bi şehîdkirina Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a Xanesorê dest pê kir, bi êrişa Meclîsa Gel a Sinûnê digihîje asta herî bilind.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.