Dayîkên rojnamevan hatin xelatkirin

Yekşem 14 Gulan 2023 - 15:44

Bi boneya Roja Dayikan, Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) 6 rojnamevanên dayik ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin xelat kirin. Merasîma xelatê li Bexçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star û şêniyên ji bajarê Qamişlo di merasîmê de hazir bûn.

Xwestin Newrozê wenda bikin

Di merasîmê de Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Malva Elî diyar kir ku herî zêde dayik zehmetiyan di xebatê de dibînin û got, “Ji ber vê yekê me xwest di vê rojê de dayikên ku karê rojnamevaniyê dikin, xelat bikin. Her wiha me xwest şaşiya ku desthildaran li dijî gelan dimeşandin jî sererast bikin. Ji sala 1955`an ve li Sûriyeyê ev roj wekî Roja Dayikan dihat pîrozkirin, lê piştî salên 1980’yî ev roj kirin 21‘ê Adarê da ku Cejna Newrozê winda bikin."

Herî zêde dayîk kedê didin

14´ê Gulanê ji sala 1955`an ve li Sûriyeyê wekî Roja Dayikan dihat pîrozkirin, lê piştî salên 1980’yî ji bo windakirina Cejna Newrozê, rejîmê ev roj guhert.

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed jî Roja Dayikan li dayikên Kurdistanî û cîhanê pîroz kir û da zanîn ku dayikan ji destpêka çêbûna gerdûnê ve bi berhemê xwe civak daye avakirin û got, “Dayikên me di nava zehmetiyên rewşa heyî ya herêmê de zarokên xwe li ser exlaqê mezin kirin, di her malbatê de ya herî zêde kedê dide, dayik e.”

Rojnamevanên dayik ên hatin xelatkirin jî ev in: Raperîn Elî, Kewser Ebdulîlah, Sîdar Reşîd, Şînda Mihemed, Cûdî Elî û Şêrîn Xelîl.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.