‘Dayikên Aştiyê li berxwe dan’

În 18 Cotmeh 2024 - 02:35

ROZA METÎNA / AMED

 Jinên tevli çalakiya endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya bi dirûşma “Li dijî şer hema niha aştî” hat destpêkirin, bûn diyar kirin ku dayikan tevî mudaxaleyê jî qada xwe neterikandine û gotin:” Tevî mudaxaleyan jî Dayikên Aştiyê li berxwe dan. Wan dîsa dev ji gotina xwe ya aştiyê bernedan.”

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê  bi dirûşma “Li dijî şer hema niha aştî” li bajaroka Tilqebînê ya navçeya Silopiyaya Şirnexê dest bi çalakiya nobetê kirin. Ji gelek bajarên Kurdistanê dayik hatin û tevî mudaxaleya polîsan jî dev ji çalakiya xwe bernedan. 

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Êlihê Zeynep Oduncu û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Songul Erden ên tevli çalakiya nobetê bûn nirxandina çalakiyê kirin. 

‘Daxwaza dayikan rakirina tecrîdê ye’

Zeynep da zanîn Dayikên Aştiyê di çalakiyê de daxwaza aştî û azadiyê kirine û wiha got:” Bi çarçoveya çalakiya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji meseleya kurd re çareseriya siyasî” bi pêşengiya Dayikên Aştiyê li ser sînor Nobeta Aştiyê tê girtin. Biryar hatibû dayin ku 3 rojan dewam bike. Gelek Dayikên Aştiyê yên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin vira daxwaz dikin ku aştî, azadî pêk werin. Her wiha dixwazin şerê li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi dawî bibin. Di heman demê de jî dayikan bi daxwaza avakirina maseya aştiyê û rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û azadiya fîzîkî ya Ocalan, dest bi nobetê kirin.” 

‘Dayikên Aştiyê li berxwe dan’

Zeynep bi lêv kir ku Dayikên Aştiyê terka cihê xwe nekirine û wiha pê de çû:”Bi hinceta qedexeya çalakiyan a walîtiyê ya 3 rojan polîsan êrişî vê çalakiyê kirin. Her wiha bi hinceta ku pankart hatiye vekirin bi awayekî sert mudaxela li hemberî dayikan kirin. Lê belê dayikan li vir fikrên xwe yên mafdar dîsa anîn ziman. Dayikan gotin ew naxwazin li tu derê şer hebe. Wan xwestin şerê bi salan êdî bi dawî bibe. Bi lêdanê û bi gaza îsotê nêzî 22 kes hatin binçavkirin. Tevî mudaxaleyan jî Dayikên Aştiyê li berxwe dan. Wan dîsa dev ji gotina xwe ya aştiyê bernedan. Dayikan gotin hûn zorê jî li hemberî me bi kar bînin û hûn me di dereke teng de asê jî bihêlin jî em ê terka vir nekin û nobeta xwe bigirin.” 

‘Dayikan guh nedan sermayê’

Zeynep herî dawî got:”Ji bo dayik nobetê negirin polîsan betanî jî negirtin hundur. Lê belê dayikan li hemberî vê zilmê bi laçika xwe ya spî guh nedan sermayê û xwedî li nobeta xwe derketin.”

‘Me hêz ji dayikan girt’ 

Songul Erden da zanîn ji ber ew bi hêz in loma êrişî wan hatiye kirin û wiha got:”Me yê konên xwe yên aştiyê jî vekirina lê belê polîsan her aliyê me dorpêç kirin û diron bi hewa xistin. Lê Dayikên Aştiyê li berxwe dan û me hêzeke mezin ji wan girt. Yên mudaxale kirin ji hêza me û hêza dayikên me tirsiyan. Loma jî mudaxale kirin. Ji me re gotin nasnameyê xwe bidin lê me got ev der mala me ye û em nasnameyên xwe nadin.”

‘Îradeya dayikan xurt e’

Dayikan kelecan û coşek di heman demê de didan me. Me hinek dayikên ku ji ber gaza îsotê û lêdanê aciz bûn birin nexweşxaneyê lê belê piştre polîsan nehiştin ew dîsa derbasî qadê bibin. Ev êrişeke hovane ye. Naxwazin du jin bên ba hevdu û bi hev re bixebitin. Dayikên ku bi laçikên xwe yên spî daxwaza aştiyê kirin bi êrişê rû bir rû man. Kesên ku nûnertiya vî gelî dikin jî bi êrişan rû bi rû man. Dîsa kamerayên kedkarên çapemeniya azad şikandin û rojnameger jî kirin bin çavan. Mirovatî bi vana re nemeya. Va şerekî taybet û derûnî ye jî. Bi salan li ser jin û ciwanan, li ser malbatên pakrewanan hatiye meşandin. Bi her awayî gef li me hemûyan xwarin. Lê îradeya dayik û gelê me xurt e û dev ji têkoşîna xwe bernedan. Gotin heta nokteya dawiyê em ê li dû doza zarok û gelê xwe bin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.