Dayikên Aştiyê çûn serdana Nobeta Edaletê
Duşem 7 Sibat 2022 - 22:15
- Dayikên aştiyê yên Colemêrg û Geverê çûn serdana dayikên li Wanê di Nobeta Edaletê de.
Dayikên aştiyê yên Colemêrg û Geverê çûn serdana dayikên li Wanê di Nobeta Edaletê de. Di serdanê de dayikan got, ew naxwazin cenazeyên zarokên wan ji girtîgehan derkevin û li Tirkiyeyê li şûna edaletê, zilm heye.
Nobeta Edaletê ya ku malbatan li Baroya Wanê bi mebesta berdana girtiyên cezayên wan xelas bûye û girtiyên nexweş dabû destpêkirin, di roja 60’î de dewam dike. Ji bo piştgiriya bi malbatan re, doh dayikên aştiyê yên Colemêrg û Geverê çûn serdanê. Dayika girtî Malik Demîragaç ê ku 6 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê ye, Emîne Demîragaç û hevjîna Îbrahîm Alkan ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ye Dilşah Alkan mêvanên xwe pêşwazîkirin.
Ji endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Gulçîn Karabuk di serdanê de got, “Em dayik naxwazin êdî cenazeyên zarokên me ji hepsan derkevin.
Ji bilî daxwaza aştî, edalet û azadiyê ti daxwazeke me ya din nîne. Em li gel dayikan in û em ê her tim piştgiriyê bidin wan.”
Ji dayikên aştiyê Gulê Polat jî got, “Ev dayikên me yên pîr, bi meha ne nobeta edaletê digirin. Dixwazin ku zarokên wan bên berdan. Ji ber ku haya me ji zarokên me nîne. Êdî bes e. Bila bes vê zilmê li me bikin. Li vî welatî ne edalet û ne jî hiqûq heye. Li şûna edaletê, zilm û heqaret heye.”
Bi heman armancê li Baroya Amedê jî malbatên girtiyan, Nobeta Edaletê dewam dikin. Nobeta li Amedê di roja 85´an de ye. Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada ji ber zextên li girtîgehan nerazî bû û got, “Êşkenceyê li zarokên me dikin. Wan dixin hucreyên yekkesî. Banga me ji wezareta edaletê û serokomar ew e ku girtiyên me berdin û tecrîdê rakin.”
MA/WAN-AMED