Dayikên aştiyê çûn Pêşxabûr

Sêşem 12 Cotmeh 2021 - 01:20

Dayikên aştiyê çûn dergehê Pêşxabûr ê Başûrê Kurdistanê da ku daxwaza cenazeyên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem bikin. 

26 dayikên aştiyê yên ji bajar û kantonên herêma Cizîrê bi rêya dergeha Sêmalka derbasî dergehê Pêşxabûr ê li Başûrê Kurdistanê bûn da ku daxwaza cenazeyên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem bikinê. Her du jî di kemîna hêzên PDK’ê de li herêma Xelîfanê şehîd bûbûn.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 28-29`ê Tebaxê de komeke gerîla ya ji 7 kesan, dema ji herêma Qendîlê diçû herêma Behdînanê, ket kemîna hêzên PDK`ê, wê bêyî ku hişyar bike gule li komê barandin. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, îhtîmal heye ku yek birîndar bûbe û dîl hatibe girtin.

Gerîlayekî din jî xwe ji kemînê xilas kiriye.

Ji wan şehîdan 2 ji Rojava ne: Nesrîn Temir (Tolhildan Raman) û Yusif Îbrahîm (Serdem Cûdî).

Dayikên aştiyê li pêşiya deriyê sînor ê Sêmalkayê kom bûn û berê xwe da pirê da ku li dergehê Pêşxabûr rawestin. Wan kiryarên PDK`ê jî şermezar kirin.  

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.