Dayikeke 83 salî kirin nezaretê

Çarşem 24 Çile 2024 - 02:55

Di encama serdegirtinên malan ên li Amedê de Sidika Suleymanoglû ya 83 salî hate binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Çanakkaleyê de doh li Amedê bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtina malan a li navçeya Rezan a Amedê de dayîka 83 salî Sidika Suleymanoglû û bûka wê Netîce Suleymanoglû ya 53 salî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku kesên hatin binçavkirin birine Midûriyeta polêsan a Sûrê. Hat diyarkirin ku polêsan di heman demê de bi ser mala malbatê ya li gundê Cirnokî yê navçeya Hezroyê de jî girtine. 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.