Dayika aştiyê xistin hepsê

Duşem 23 Mijdar 2020 - 15:59

  • Dewleta Îranê, li dayika aştiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê, Zeyneb Îsmaîlî 6 sal cezayê girtîgehê birrî.

Dewleta Îranê, li dayika aştiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê, Zeyneb Îsmaîlî 6 sal cezayê girtîgehê birrî.

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê (HENGAW) diyar kir ku rejîma Îranê li dayika aştiyê, Zeyneb Îsmaîlî ya 58 salî bi îdaya "Endametiya PKK'ê" û "Propagandaya li dijî rejîmê" 6 sal cezayê hepsê birrî. Zeyneb ji herêma Dêgulanê ye. Parêzerê wê li ber vê biryarê rabûbû. Li gorî agahiyên ku HENGAW dide, li ser îtîrazê rûniştinên dadgehê li bajarê Sîneyê hatine kirin.

Lawê Zeynebê, Mihemed Emîn Emîrî jî di 2014'an de tevlî nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûbû û di dema êrişa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê de di şer de şehîd bûbû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.