- Dayika Rahîme Înal ku çû hevdîtina zarokên xwe yên girtî Veysî û Zekî Înal ên di Girtîgeha Wanê de, li ser rêya Bedlîs- Wanê qeza kir û jiyana xwe ji dest da.
Dayika Rahîme Înal ku çû hevdîtina zarokên xwe yên girtî Veysî û Zekî Înal ên di Girtîgeha Wanê de, li ser rêya Bedlîs- Wanê qeza kir û jiyana xwe ji dest da.
Du zarokên Rahîme Înal (50) Veysî û Zekî Înal di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê de girtî ne. Pêr ji bajaroka Gundikêmelê ya Şirnexê çû Wanê, li ser rêya Bedlîs û Wanê qeza kir. Di qezayê de Rahîme Înal jiyana xwe ji dest da û keça wê û ajokarê wê wesayitê jî bi giranî birîndar bûn. Cenazeyê Înal rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê û keça wê û ajokar jî ji bo dermankirinê rakirin heman nexweşxaneyê.
Cenazeyê wê doh li goristana Gundikêmelê hate definkirin.
ŞIRNEX