Dayik nikarin zarên xwe bibînin

Sêşem 6 Tebax 2024 - 02:15

Behiye Sevîm, dayika Ozgur Sevîm ê ku ji 2016’an ve girtî ye nikare kurê xwe bibîne. Behîye Sevîm anî zimên ku ew kulîkemî ye, gurçikek wê xira bûye, xweş nabîne, nexweşiyên wê yên weke guatr, tansiyonê hene, ji ber vê nikare biçe kurê xwe bibîne.  

Ozgur Sevîm di 31’ê gulana 2016’an de, di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de hate girtin û cezayê muebeta girankirî û 15 sal cezayê hefsê li Sevîm hate birîn.

Sevîm halê hazir li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê girtî ye. Dema ku bi birîndarî hatiye girtin, îşkenceyên giran lê hatine kirin. Dayika Sevîm, Behiye Sevîm ji ber nexweşiyên xwe nikare biçe serdana kurê xwe. Dayik Sevîm destnîşan kir ku kurê wê tê tecrîdkirin û anî ziman ku ev tecrîd jî bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ye. Lewma dayik Sevîm di gelek çalakiyên li dijî tecrîdê hatine destpêkirin de cih digire.  

Ev 10 meh in kurê xwe nedîtiye

Dayik Sevîm ev 10 meh in nikare kurê xwe yê di bin tecrîdê bibîne û wiha axivî: “Rapora min a ji sedî 91 a berastengdariyê heye. Gelek nexweşiyên min hene. Gurçikeke min pûç bûye, xweş nabînim. Guatr, tansiyon û nexweşiya min a şekirê jî heye. Ji ber van nikarim demekî dirêj rêwitiyê bikim.” 

Jiyaneke wekhev dixwazin

Dayik Sevîm diyar kir piştî ku anîne Kirşehîrê, kurê wê xistine di hucreya yekkesî de û axaftina xwe wiha domand: “Zarokê me ketin greva birçîbûnê û 3-4 mehan nexwestin derkevin hevdîtina telefonê. Êdî em dixwazin bila deriyên girtîgehan werin vekirin. Êdî bes e. Ji ber ku em dayik in. Em ji mirinê re ‘bibêjin na’. Em ji aştî û wekheviyê re dibêjin ‘erê’. Em jiyanekî mirovane, aştiyekî adilane û di şert û mercên wekhev de jiyanê dixwazin.” 

Heta tecrîd hebe em ê li ber xwe bidin 

Sevîm di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku kurê wê di bin tecrîdê de ye û diyar kir ku ev rewş jî ji tecrîda giran a li Îmraliyê cudatir nîne e û wiha derbirî: “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. We di giravekî de dîl girtiye û ev 4 sal in destûrê nadin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdînê pêk bîne. Divê demildest tecrîda ser Serok Apo û girtiyên din were rakirin. Bi qasî ku tecrîdê ranekin em ê li qadan bin. Ez bi tena serê xwe bimînim jî dê dakevim qadan.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.