Dayik li dijî dagirkeriyê
În 13 Tebax 2021 - 01:14
Dayikên Laçikspî çûn serdana Saziya Şehîdên Kurdistanê û bang li desthilatdarên Başûrê Kurdistanê kir da ku Kurdistanê nexin bin zextan. Dayikan her wiha bang li aliyên Kurdistanî hemûyan kir da ku rêya aştî û yekîtiyê vekin.
Dayikên Laçikspî di çarçoveya bernameya xwe ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hewldanên destpêkirina şerê Kurd bi Kurd re, çûn serdana Saziya Şehîdên Kurdistanê ya li Silêmaniyê. Rêveberê Saziya Şehîdên Kurdistanê, Edîp Letîf dayik pêşwazî kirin. Piştî hevdîtinê, dayikan li pêşiya saziyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li ser navê dayikan Fewziye Ebdulkerîm got, “Peyama me peyama aştiyê ye. Niha li Kurdistanê rewşeke metirsîdar heye. Aliyên siyasî peyamên nebaş belav dikin. Lewma em ji desthilatdarên Kurdistanê dixwazin ku Kurdistanê nexin bin zextan.”
Fewziye Ebdulkerîm da zanîn ku hewldanên wan dê dewam bikin û ew ê biçin serdana aliyên din jî.
ROJNEWS/SILÊMANÎ