• Malbatên girtiyan doh di roja 100'î ya Nobeta Dadê de li ber ATK hatin cem hev û doza berdana zarokên xwe kirin. 

Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên tevî înfaza wan temam bûye jî nayên berdan li Baroya Amedê Nobeta Dadê digirin, doh di roja 100'î ya çalakiyê de hatin ber avahiya Saziya Tiba Edlî (ATK). Endamên HDP'ê, MEBYA-DER, TUHAY-DER, MED TUHAD FED'ê jî ji bo destekê bidin malbatan hatin ber ATK'yê. Polîsan herêm dorpêç kirin, nehiştin nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî daxuyaniyê bibin.

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin di roja 100'emîn a nobeda xwe de li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) hatin gelhev. Ji xizma girtiyan Reşahat Ada, li ber derê ATK'ê bang kir û bertek nîşanî dorpêç û astengkirina polisan da. Ada, destnîşan kir ku di roja 100'emîn a nobeda xwe de ne û ev tişt got: "Bila zextên li ser zarokên me bi dawî bibin. Înfazê wan neyên şewitandin. Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe bigirin. Em aştî û edaletê dixwazin. Em dayik in û ji bo edaletê di nobedê de ne. Dilê me dişewite. Sibê jî em ê li ber avahiya Edliyeyê bên gelhev û li vir em ê daxwazên xwe yên edaletê dubare bikin."
 
Qanûnên xwe pêk bînin 

Xizma girtî Încî Guler jî heman tiştî xwest û sedema ku li ber ATK'ê daxuyanî didin jî wiha aşkera kir: “Encama tehlîlan çibe bein li gorî vê karê xwe bikin. Em naxwazin cenazeyên xizmên xwe ji ATK'yan bigirin. Rexmî ku 30 sal in girtî ne xizmên me nadin me. Qanûnan pêk naynin. Qanûnan pêk bînin û zarokên me bidin me."
 
’Edalet, edalet, edalet’

Xizma girtî Nazîme Boltan jî bertek nîşanî astengkirina piştgiriya ji bo daxwaza wan da û ev tişt got: "Edalet û qanûneke wiha dibe? Em daxwaza maf û hiqûqê zarokên xwe dikin. Edalet, edalet, edalet..."


Daxuyanî bi dûrişmeya "Bijî berxwedana zindanan" û "Maf, hiqûq û edalet" bi dawî bû.

AMED