Dayê Qumrî 45 sale teşîrîs çêdike 

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 3 Mijdar 2023 - 00:41

ARMANC HEREKOL / ROJNEWS / MEXMÛR

Jinên Kurd ku bi girêdana xwe ya bi huner û çandê re tê nasîn, timî bi keda destê xwe zilm, êşên kişandî û xweşiktiya jina Kurd jiyan kirî vehunandiye. Jinên Kurd ev sedan sale bi hirya pez rîs çêkirine û bi wê rîsê jî gore, parzûn, lîf, şeleme, têr, mehfûr, werîs, doxîn û her cûre keda dest çêkirine. Civaka Kurd bi keda destê jinan xwe daye jiyankirin. Heta roja me ya îro jî çand û hunera çêkirina teşîrîs di nava jinên Kurd de heye.

Dayîka Qûmrî Tunç ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jiyan dike, ev zêdeyî 45 salane teşîrîs çêdike û bi wê yekî xwedî li çanda xwe derdikeve.

Ji dayîka xwe fêr bûye

Dayîka Qûmrî tîne ziman ku ew hîn di zarokatiya xwe de fêrî çêkirina teşîrîs bûye û got: “Ev kar karekî hunerî ye û em ji pêşiyên xwe ango dayîkên xwe fêr bûne. Ev 45 salin, ez vê karê dikim û ezê bidim berdewamkirin.”

Dayîka Qûmrî destnîşan dike ku jinên Kurd berê ji bo ku rîsên reng bi reng bidest bixin ji xwezayê sud digirtin, ango bi gul, qalikên gûzan û her cûre şînatiyan rîs çêdikirin. Bi vê yekî carek din girêdana jinên Kurd bi xwezayê re diyar dibe. Dayîka Qûmrî wiha behsa peydakirina wan rengan dike:“Rîs bi xwe spî ye, lê ji bo ku em rengên cûda peyda bikin, me ji xwezayê alîkarî digirt. Me bi qalikên gûzan ango jêre dibêjin rizgoz, dikelandin û rengê reş peyda dikir. Me kîjan reng dixwest, me ji xwezayê digirt û bi kelandina wan berheman reng derdixist holê.”

Xwezî bi zehmetiya berê

Dayîka Qûmrî bal bire ser ser zehmetiyên çêkirina teşîrîsê û got:“Berhemên niha yên dikanan, hemû ji tenduristiyê re ne başin. Ji ber ku plastîk di nav de hene, lê di nava rîs de nînin. Raste niha hertişt hêsan bûye, lê kêfxweşî û ked nemaye. Berê zehmetî hebûn, li kêleka wan zehmetiyan jî kêfxweşî hebûn. Niha ked nînin, her kes fêrî betaliyê bûne û ji bo wê niha rêjeya nexweşiyan zêde ne.” Herî dawî Dayîka Qûmrî Tunç destnîşan kir ku eleqederiya ji teşîrîsê re kêm bûye û tenê kesên nimêj dikin carnan ji xwe re goreyên rîs çêdikin, li ser wê bang li ciwanan dike ku xwedî li çanda Kurdewarî derbikevin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.